• Monday, 01 July 2024
logo

Wezareta Pêşmerge û hêzên Almanyayê reşnivîsa çend projeyên nû îmze kirin

Gulan Media March 10, 2021 Nûçe
Wezareta Pêşmerge û hêzên Almanyayê reşnivîsa çend projeyên nû îmze kirin
Wezîrê Pêşmerge û Fermandarê Hêzên Almanya li Herêma Kurdistanê, ji bo bilindkirin û pêşvebirina karînên Pêşmerge li ser projeyên curbicur îmze kirin.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Pêşmerge, di maresîmekê de Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl bi amadebûna Birîkarê Wezaretê Serbest Lazgîn li ser reşnivîsa komeke projeyên hêzên Almanî bo Wezareta Pêşmerge hat îmzekirin.

Di çarçoveya guftûgoyên Wezîrê Pêşmerge ligel Fermandarê Hêzên Federal ên Alman ên li Herêmê Kolonel Holgar Konkwell û Alîkarê Konsolosê Almanî yê li Hewlêrê Kartin Jasishek de, Wezîrê Pêşmerge ew pêngava dewleta Almanî bi girîng û dît û got: "Em şanaziyê bi dostaneya we ya demdirêj dikin û bi rêya reşnivîsa wan projeyan ku we pêşkêş kirine, hêzên Pêşmerge ber bi qonaxeke pêşkeftîtir ve diçin.

Fermandarê Hêzên Almanya li Hewlêrê diyar kir, welatê wî di hevkarî û hevahengiya ligel hêza Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe û li gel beşdarbûna wan a berê di prosesa çaksazî û perwerdekirinê de, ew dixwazin bi rêya van projeyên nû, gavên çaksaziyê yên wezaretê berfiretir bikin.

K24
Top