• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr li gel komîteya amadekar ya bûdceya Kurdistanê civiya

Gulan Media March 10, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel komîteya amadekar ya bûdceya Kurdistanê civiya
dibêje lazime datayên dahat û xerciyan liber çav werin girtin.


Daxwaz dike proje bûdce şefaf be.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel komîteya amadekar ya proje qanûna bûdceya 2021an ya herêma Kurdistanê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 9ê Adara 2021an me gerînendetiya civîna taybet ya bo amadekariyên proje qanûna bûdceya herêma Kurdistanê ya bo sala 2021an kir.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê rewşa darayî ya niha ya herêma Kurdistanê, amadekariyên proje qanûna bûdceya herêma Kurdistanê ya bo sala 2021an û hûrgiliyên xeric û dahatên texmînkir yên wezaretan kir û tekez li ser vê yekê kir ku amade kirina proje qanûna bûdceyê, lazime tevahiya egeran liber çav bigire, bûdceyeke rastîn û şefaf be û pişt bi zaniyarî û datayên dahata petrolê û dahata ji bilî petrolê, kurt anîn û xerciyan girê bide, bi armanca pêşde birina zêdetir ya şefafiyetê di warê darayiya giştî ya herêma Kurdistanê de.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser pêşhatên dawî yên proje qanûna bûdceya fedralî ya bo sala 2021an hate kirin ku biryare hefteya pêşiya me bo ku dengdan li ser were kirin, bo Parlementoya fedralî tê şandin, me tekez li ser helwesta neguhertî ya herêma Kurdistanê kir bo çareser kirina bingehîn ya kêşeyên hilpisartî di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî de bi taybetî şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê li ser esasê destûra bingehîn.

Me herwiha hêviya vê yekê jî xwest ku aliyên siyasî yên Îraqî jî pêşwazî û piştîvaniya daxuyaniyên Serokwezîrê hikûmeta fedralî Mistefa Kazimî bikin bo çareser kirina bingehîn ya kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî.

Top