Wezareta Berevaniya Efxanistanê: Ji duhî de herî kêm 90 çekdarên Talibanê hatine kuştin
![Wezareta Berevaniya Efxanistanê: Ji duhî de herî kêm 90 çekdarên Talibanê hatine kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/da24699bd0a383225589687dc45537fc_L.jpg )
Wezareta berevaniya Efxanistanê ragihandiye, hêzên wan ji duhî de li herêmên Fariyab, Qendihar û Zabilê operasyonên berfireh li dijî çekdarên Taliban dane destpêkirin.
Li gorî agahiyên wezaretê, di wan operasyonan de herî kêm 90 çekdar hatine kuştin û gelek çekdar jî birîndar bûne.
Li gorî agahiyên han, li Fariyabê 24 çekdarên Taliban hatine kuştin û 15 çekdar jî birîndar bûne, li Zabilê 35 çekdar hatine kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne. Li Qendiharê jî 31 çekdar hatine kuştin û 8 çekdar jî birîndar bûn.
Basnews