• Monday, 01 July 2024
logo

Tirkiye: Divê şaşîtiya li ser pûla Papa Francis were serastkirin

Gulan Media March 10, 2021 Nûçe
Tirkiye: Divê şaşîtiya li ser pûla Papa Francis were serastkirin
Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher Ebdulmesih Ebdoke têkildarî wêneyên wan pûlên taybet bo serdana Papayê Vatîkanê Papa Fransic bo Herêma Kurdistanê hatîn amadekirin de ragihand ku ew dîzayna destpêkê bûn, hêj biryar li ser nehate dayîn. Herwiha Tirkiyê jî li hemberî pûlan nerazîbûna xwe nîşan da.

Wezîrê Guhestin û Gihandinê Ano Cewher Ebdulmesih Ebdoke di daxuyaniyekê de ragihand ku bi boneya serdana Papa Fransic bo Hewlêrê, Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Hikûmeta Kurdistanê 6 pûlên postê amade kirine, lê biryara dawî hêj li ser nehate dayîn.

Ano Cewher Ebdulmesih Ebdoke got: “Ez îro li ser mijara pûlên bi boneya serdana Papa bo herêma Kurdistanê hatine amadekirin ligel paralementa Iraqê Aliya Nassif re bi rêya telefonê axivîm. Min diyar kir ku wek Wezareta Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê her tim rêz li destûra bingehîn digirin.”

Ano Cewher diyar kir ku ew pûl ji aliyê çend dîzayner û hunermendan ve hatine amadekirin û ew dîzayna destpê ne û hêj bi awayekî fermî biryar li ser nehate dayîn, lê dema ku bi fermî biryar li ser were dayîn, ew dê ligel nivîsa Kurdî nivîsên bi zimanê Erebî, Sûryanî û Turkmenî jî lê zêde bikin.

Tirkiye: Divê şaşîtiya li ser pûla Papa Francis were serastkirin

Bi boneya serdana Papa Fransic bo Hewlêrê Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Hikûmeta Kurdistanê 6 pûlên postê çapkirin ku yek ji wan nexşeya Kurdistanê li ser e, ev jî li ba Tirkiyê bûye cihê nerazîbûnê.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di derbarê wê pûla taybet bi serdana Papa Fransic bo Herêma Kurdistanê de ragihand ku şaşîtiyekî mezin hatiye kirin û divê demildest ew şaşitî bê rastkirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje, “di dema serdana Papa Francis de çend pulên bîranînê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine çapkirin û hejmareke bajarên Tirkiyê jî di nava wê nexşeyê de hene, lewra divê hikûmeta Herêmî ya Bakurê Iraqê di derbarê sererastkirina wê şaşîtiya xirab de demildest pêngavên şênber bavêje.”

Di wê daxûyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê de hatiye gotin: “Hinek rêveberên hikûmeta heremî ku hedê xwe nizanin, hewl dane ku vê serdana Papa Francis ji bo aşkerekirina xeyalên xwe yên xav ku li ser yekbûna axa welatên cîran hatine dîtin, bikar bînin.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî got, ku ew ji nêzîk ve çavdêriya pêşhatên li Iraqê dikin û çavdêriya serdana Papa jî kirine. Li ser Pûla ku bi nexşeya Kurdistan û wêneyê Papa hatiye amadekirin got, ew berê jî li çend cihên cuda hatiye kirin lê karekî nerast û şaş e.

Bi gotina Çelîk, berê jî nexşeyeke bi vî awahî li Fransa derketibû, Ermenistan jî car caran dike, karê hinek navenda ye ku dijminatiya Tirkiyê dikin.

Rudaw
Top