• Monday, 01 July 2024
logo

Parlamentera Mesîhî: Projeyasaya dadgeha federal pêkhate û olên din li berçav nagre

Parlamentera Mesîhî: Projeyasaya dadgeha federal pêkhate û olên din li berçav nagre
Parlamentera Mesîhî li Parlamentoya Iraqê radigehîne ku projeyasaya dadgeha bilind a federal a Iraqê pêkhate û olên din li berçav nagre.

Parlamentera Mesîhî Beyda Xidir ji Sumeriye News re ragehand, pêkhate û ol ji mafên xwe yên herî sade û bingehîn jî hatine piştguh kirin û di projeyasaya dadgeha bilind a federal de jî bi hemû pêkhate û olan ve tenê bo endamekî cîh hatiye dayîn ku wî jî mafê dengdanê tine.

Beyda Xidir got, parlamenterên Mesîhî, Sabîe, kurdên êzdî û tirkmen deng bi madeyên projeyasayê nedane û parlamenterên kurd jî piştgiriya parlamenterên pêkhate û olên din dikin.

Parlamentera Mesîhî diyar ku, ew danîna tenê yek endam bo pêkhate û olan li dadgeha bilind a federal de û nebûna desthilata dengdanê ya wî endamî bi tundî red dikin.

Beyda Xidir got, projeyasa li Iraqê li ser bingehê berjewendiyê kesî û binpê kirina mafên pêkhateyên Iraqê tên darijandin.

Basnews
Top