• Monday, 01 July 2024
logo

Berpirsê PDKê li Xaneqînê hişyarî da: Hebûna kurdan li Xaneqînê di metirsiyê de ye

Berpirsê PDKê li Xaneqînê hişyarî da: Hebûna kurdan li Xaneqînê di metirsiyê de ye
Berpirsê PDKê li bajarê Xaneqînê dibêje, eger bi hawara Xaneqînê neçin hebûna kurdan li wir dê bikeve metirsiyê.

Berpirsê PDKê li Xaneqînê, şêx Ceifer Mistefa ji BasNewsê r egot, li Xaneqînê bi taybet li gundên Xaneqînê bi behaneyên vala û cur bi cur, zevî û malên kurdan tên dagîrkirin.

Şêx Ceifer Mistefa her wiha got, ewa ku anîne serê Pelkan û Sergerranê, ji wê xirabtir tînin serê Xaneqînê.

Wî berpirsê kurd da zanîn jî, di bin navê parastina malbatên ereb de, ji malbatên çekdarên Heşda Şeibî re xaniyan ava dikin û dixwazin demograsiya Xaneqînê biguherînin.

Bi gotina şêx Ceifer Mistefa, eger kurd bi lez bi hawara Xaneqînê neçin, dê Xaneqîn ji destê kurdan derkeve û hebûna kurdan li wir bikeve metirsiyê. Milîs û aliyên siyasî yên Iraqê dixwazin Xaneqînê bi temamî bikin şîe û kurdan jê derxînin.

Basnews
Top