• Monday, 01 July 2024
logo

Berpirsê giştî yê girtîxaneyên Kurdistanê: li Kurdistanê 5 hezar girtî hene

Berpirsê giştî yê girtîxaneyên Kurdistanê: li Kurdistanê 5 hezar girtî hene
Berpirsê giştî yê girtîxaneyên Heêrma Kurdistanê ragihand, li Herêma Kurdistanê 5 hezar girtî hene.

Îro li avahiya rêveberiya giştî ya girtiyan li Hewlêrê, civînek bi beşdarbûna berpirsê giştî yê girtîxaneyan Arî Ehmed, berpirsên girtîgehan û pisporên civakî hat lidarxistin.

Berpirsê giştî yê girtîxaneyên Kurdistanê, Arî Ehmed ji rojnamevanan re got, di vê civînê de emê li ser mafên girtiyan, rewşa girtîxaneyan û qanûna girtî û girtîxaneyan gotûbêj bikin. Em dixwazin qanûnên girtî û girtîxaneyan bên hemwarkirin.

Arî Ehmed da zanîn jî, li seranserî Herêma Kurdistanê 5 hezar girtî hene lê pêwîstî bi girtîxaneyên nû heye. Heta niha ji ber kirîza darayî ev arîşe nehatibû çareserkirin lê niha hêdî hêdî ev arîşe jî dê were çareserkirin.

Berpirsê giştî yê girtîxaneyan anî ziman, ji ber ku girtîxaneya navendî ya Hewlêrê şewitîbû, girtî jê hatibûn derxistin û bo cihekî din hatibûn veguhestin. Lê niha girtîxane tê nûjenkirin û piştî ku xilas bû girtî dîsa dê bên vegerandin.

Basnews
Top