• Monday, 01 July 2024
logo

Penaberên Sûrî li Dîlokê bûne xwedî kar û pîşeyên cuda

Penaberên Sûrî li Dîlokê bûne xwedî kar û pîşeyên cuda
Penaberên Sûriyê niha li nav bajarê Dîlokê bûne xwedan kar û pîşeyên cuda. Ew vegera xwe bo Sûriyê bi çûna Beşar el-Esed ji ser desthilatê girê didin. Li gor amaran derdora 445 hezar û 154 penaberên Sûrî li Dîlokê niştecî bûne.

Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, bi hezaran penaberên Sûrî niştecî bûne. Piştî deh salan ji şer Sûriyê û pnaberiyê, penaberên Sûrî li vir êdî wiha reftar dikin û jiyana xwe bi rêk dixin wekî ku nema vedigerin Sûriyê.

Penaberên Sûrî li nav vî bajarê bûne xwedan dukan û pîşeyên cuda û sîmayên jiyana Sûrî li nav bajêr belav kirine. Xwedanê vê dukanê, vegera xwe bi çûna Beşar el-Esed ji ser desthilatê girê dide.

Zekeriya Sebax, Penaber, dibêje, “Em ji ber rejîma Esed derketin. Eger niha bibêjin rejîma Esed hat rakirin, tek kesek li Tirkiyê namîne. Tu dibînî bazar tejî dukanên Sûriyan e, dê xelk hertiştî li şûn xwe bihêlin û vegerin Sûriyê.”

Li nav vî bajarî, penaberên Sûrî her çendî ji nav konan çûbin nav malan jî, lê sîmayên hejarî û penaberiyê li wan diyar in.

Zêna Elawî, Penaber, dibêje, “Ji ber ku Sûriye bedew e, û niştecîbûn lê cihêwaz e, em li malên xwe rûniştîbûn û me karê derve nedikir, em kêfxweş bûn û dijiyan, lê ev îradeya Xwedê bû.”

Jinên penaber jî, wekî mêran, tevlî karên li derveyî malan bûne. Ehid el-Walî, penabereke Sûrî ye, ew vê dukanê bi rê ve dibe û dahata xwedîkirina zarokên xwe dabîn dike.

Ehid Walî, Penaber, diyar dike, “Bêguman, ji ber ku zordarê hîn heye, zordarê ku em kuştin û derbider kirin hîn heye, em ê çawa vegerin û li jêr desthilata wî bijînin? Ew ji bingehê ve gendel e. Hikûmet berê gendel bû û niha bi dehcaran gendeltir e, ez ê çawa vegerim û li wê derê bijîm?”

Ji bilî penaberên asayî, ev bajar bûye penageh ji bo hezarên ciwanên Sûrî yên ku ji xizmeta serbazî reviyane. Li şûna xizmeta serbazî li Sûriyê, ew pîşeyên cuda dikin.

Mihemed Ebû Nar, Penaber, dibêje, “Dê çi bi serê me bê? Destpêkê em ê bên zindanîkirin û kes dê tiştekî li ser me nizanibe, ez wekî serbazkî cudabûyî û wekî min gelek kes di vê rewşê de hene, serbazên cudabûyî yan ji xizmeta serbazî mayî. Gelek kes dawakirî ne li Sûriyê. Gelek kes wiha li Tirkiyê hene.”

Li gor amarên herî dawî, 3 milyon û 645 hezar û 557 penaberên Sûrî li Tirkiyê hene. Ji wan 445 hezar û 154 kes li bajarê Dîlokê niştecî ne. Wate ji 21.9% ji nişteciyên Dîlokê Sûrî ne. Piraniya penaberên Sûrî li Dîlokê xelkê parêzgeha Helebê ne.

Rudaw
Top