Parlamentera HDPê: Ev biryar dijmintiya Kurdan e
Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyê ku girêdayê wezaretê ye, bi navê KADES aplîkasyonek amade kir da jinên ku rastî şîddetê tên bi lez karibin xwe bigihînin hêzên emnî. Aplîkasyona ku bi Tirkî, Erebî, Farisî, Îngilizî, Rûsî û Frensî kar dike, Kurdî lê nehat zêdekirin. Ew yek rastî nerazîbûn û rexneyên mezin hat.
Nûray Karaoglû, Seroka KADERê, dibêje, “Dehemîn madeyê destûra bingehîn bi wekheviyê destpê dike. Yên ku welêt birêve dibin divê li gor vê madeyê tevbigerin û li hember hemû kesan yekramanbin. Şaredariya Stenbolê cîh dide hemû zimanan û Kurdî jî di nav de ye. Lê di ew mijara ku hun dibên de Kurdî nîn e. Bi hêviya ku ji vir pê ve hemû jin ji heman derfetan sûdê werbigirin. Hemû kes bi qîmet in bêyî ku meriv li ziman, ol, netew û rengê wan binêre. Di mijara jinan de hesasiyetek heye divê ew cûdakarî neyê kirin. Ên ku qedera xwe binivîsin em bixwe ne.”
Piştî ku bi pesndayîneke mezin ew aplîkasyon hate ragihandin û danasîn, ji her derdorên civakê rexne hatin. Bi taybetî li ser torên civakî weke kampanyayekê lê hat û xelkê pirsa Kurdî kir. Li ser twîterê bi sernavê #Kurdî tag hate vekirin û bi deh hezaran kesî heman pirs li postên xwe zêde kir. Taga Kurdî derket rêza yekê. Ji serokwezîrê berê bigire heta siyasetmedarên partiyên cihê û derdorên cûda yên civakê pirsa wê cûdakariyê hate kirin. Lê ne wezaret û ne jî midirûyeta ewlehiyê qîmet bi vê rewşê jî neda.
Semra Guzel, Parlamentera HDP, dibêje, “Îro ziman pêwîst e bibe zimanê perwerdehiyê. Pêwîst e ji warê tendirustiyê de rê li ber vekirî be. Di her halî de pêwîst e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Ew bi rastî dijminatiya Kurdan e. 6 ziman hene lê Kurdî nîn e. Ew dijminatiya Kurdan e.”
Seval Gulmez, Hevseroka Partiya Herêma Demokratîk (DBP) a Amedê, dibêje, “Zimane Kurdî naxwazin ku em xeber bidin. Dibên em nabînin û zimanê we nîn e. Hûn nebînin jî zimanê me heye. Hûn Rûsî, Frensî qebûl dikin lê Kurdî qebûl nakin. Ew tiştekî ecêb e. Tu dibê ez kurmancan nas nakim. Tu neçar î qebûl bikî. Em li vir dijîn.”
Songul Kapanci, Seroka Komîteya Tertîbê li Amedê û aktîvîst, dibêje, “Em vê yekê qebûl nakin. Em şermezar dikin. Bi rastî vana nizanim çima Kurdî li van zehmet tê. Ew nayê qebûlkirin.”
Daneyeke fermî nîn e bê ka li nava Tirikye çend Frensî, Rûsî an Faris hene. Lê di nava wan de grûba qerebelixtir Ereb in û li gor daneyên UNESCO ew jî ji sedî 2 yan Erebî qise dikin yan nakin. Lê tevî ku derdora 25 milyon Kurd li Tirkiye dijîn, Kurdî ji vê derfetê bêpar ma. Herwiha beriya çend rojan li Mûşê jineke bi navê Fatma Altinmakas, xwe digihîne qereqola polîsan û dibêje ku ew di bin xetereya mirinê de ye. Lê ji ber ku Tirkî nizane serlêdana wê nayê tomarkirin û pişt re ew xanim, tê kuştin.
Rudaw