• Monday, 01 July 2024
logo

Parlementer Klare Odîşo: Spasiya Papa ji bo Serok Barzanî spasî û zanîna rola Pêşmerge û xelkê Kurdistanê ye

Parlementer Klare Odîşo: Spasiya Papa ji bo Serok Barzanî spasî û zanîna rola Pêşmerge û xelkê Kurdistanê ye
Parlementera mesîhî li Parlementoya Kurdistanê Klare Odîşo derbarê serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistanê û civîna Papa ligel Serok Barzanî de ragihand, spasiya Papa ji bo Serok Barzanî spasî û zanîna rola Pêşmerge û xelkê Kurdistanê ye.

Îro roja yekşemê 07.03.2021ê Serok Mesûd Barzanî ligel Papayê Vatîkanê Papa Francis civiya. Papa Francis ji Serok Barzanî re ragihand: ‘’Min Kurdistan ji bîr nekiriye, li ser daxwaza we û Serok Hikûmeta Herêmê ez hatim vê derê û serdana we û Serokwezîr ji bîra min neçûye, we ne pêşwazî li min kir, we pêşwaziya Krîstiyanan jî kir. Em şanazî bi ferhenga pêkvejiyanê dikin, ferhenga me ya pêkvejiyanê, biratî û hezkirinê zêdetir kiriye, em bi navê hemû pêkhateyên Kurdistanê, pêşwaziya we dikin û serdana we cihê rêzgirtinê ye.”

Herwiha vê derbarê de Klare Odîşo ji BasNewsê re axivî û got: ‘’Spaiya Papa Francis ji bo Serok Bazanî spas û zanîna rola Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bû ku mesîḧî parastin li êrîşên DAIŞê, Serok Barzanî û Pêşmrge can û mal û milkê mesîḧîyan parastiye. Papa spasiya wê helwêsta kir û pêsnê Herêma Kurdistanê kir. ‘’

Herwiha Klare Odîşo ji da zanîn ew spasiya Papa ji Serok Barzanî bi bilindî dinirxînin û ragihand ew spasiya li Serok Barzanî gelekî girîng bû. Lewre Serok Barzanî di cîhanê navûdengî wî bi aştiyê û bicîkirina çanda pêkvejiyanê li Herêma Kurdisanê li nava pêkhateyan bibe.


Basnews
Top