• Monday, 01 July 2024
logo

Yekitiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê: Serdana Papa dê bibe sebeba bihêzbûna pêgeha Kurdistanê

Yekitiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê: Serdana Papa dê bibe sebeba bihêzbûna pêgeha Kurdistanê
Serokê yekitiya zanayên ayîna îslamê li Kurdistanê dibêje, serdana Papayê Vatîkan bo Kurdistanê xwedan girîngiyeka taybet e û dê bibe sebeba bihêzbûna pêgeha siyasî ya Herêma Kurdistanê.

Serokê yekitiya zanayên ayîna îslamê li Herêma Kurdistanê, dr. Ebdullah Seîd li ser serdadna Papayê Vatîkan, Papa Fransîs ji BasNewsê re got, serdana Papa Fransîs xwedan girîngiyeka taybet e. Ne tenê di warê ayînî de lê di warê siyasî de jî girîng e, ji ber ku Papa mezinekî ayînî ye, xwedan pêgeheka girîng e û bandora wî li ser biryarên siyasî heye li cîhanê.

Dr. Ebdullah Seîd her wiha got, me ji Papa Fransîs re got ku Kurdistan herêmeka girîng e bo pêkvejiyana pêkhateyan û hemû ayînan. Bi azadî û serbestî dijîn û azadiya ayînî bo her kesekî misoger e. Ji ber wê jî li Kurdistanê ti arîşeyeka ayînî nîne.

Serokê yekitiya zanayên ayîna îslam da zanîn jî, hilbijartina Hewlêrê ji aliyê Papa ve bo merasima ayînî, vê peyamê dide ku li Kurdistanê pêkvejiyaneka rast heye. Di warê ewlehiyê de jî aram e. Ev serdan dê di paşerojê de bibe sebeba bihêzbûna pêgeha siyasî ya Herêma Kurdistanê.
Top