• Monday, 01 July 2024
logo

Papa dawî bi serdana xwe bo Kurdistanê anî

Papa dawî bi serdana xwe bo Kurdistanê anî
Niha li balefirxaneya Hewlêrê ye.

Duh Papaya Vatîkanê serdana Kurdistanê kir û li gel rayedarên Kurdistanê, nunerên olî yên pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê civiya.

Pişt re çû Mûsilê û liwir jî çend civîn û hevdîtin pêk anîn û pişt re jî serdana Qereqûşê kir û çû ew kilîseya ku hêzên pêşmerge ji destê terorîstên DIŞIê rizgar kiribûn û xaça vê bilind kiribûn, liwir jî li gel şêniyên mesîhî yên deverê civiya.

Pişt re vegeriya Hewlêrê nana nîvroyê xwar û dîsa serdana taxa Enkawe li Hewlêrê kir, li gel welatiyên mesîhî civiya û pişt re jî danê êwarê bi amadebûna zêdetir ji 10 hezar kes, li stadiyoma Franso Herîrî merasîma qedasa mezin organîzekirin û nimêja yekşemê kir.

Piştî bi dawî hatina wan kar û çalakiyan, kêliyek beriya niha Papa bo ku vegera Bexdayê û liwir jî biçe Vatîkanê çû balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê.
Top