• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Jinên Kurdistanê hertim mînaka herî mezin ya berxwedanê ne

Mesrûr Barzanî: Jinên Kurdistanê hertim mînaka herî mezin ya berxwedanê ne
piştîvaniya xebat û têkoşîna jinan dike.


Bi minasebeta 8ê Adarê peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye.

Îro duşem bi minasebeta 8ê Adarê ku roja cîhaniya jinên kedkare, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî naveroka peyamê ye;

Di bîranîna 8ê Adarê roja cîhaniya jinan de, gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya jinên Kurdistan û cîhanê dikim, bi rêzdarî ve li xebat û têkoşîna jinên Kurdistanê ya bo dabîn kirina yeksanî û dadmendiya civakî dinêrin.

Beşdariya jinan di nava tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê û rûbirû bûna stem û dagîrkeriyê cîhê şanaziyê ye, jinên Kurdistanê hertim mînaka berxwedan, qurbanîdan û berevanî kirin ji mafên gelê Kurdistanê ye.

Hikûmeta Kurdistanê pêbendiya xwe bo rûbirû bûna her cure tundûtîjiyeke cinsî û perawêz xistina rola jinan diyar dike,di çarçoveya hewldanên hikûmetê de yên bo parastina mafên mirovan û mafên jinan, piştîvaniya rola çalak ya jinan di her warî de dikin, daku tundûtîjî nemîne û dadmendî û yeksaniya civakî were dabînkirin.

Şikûmend be 8ê Adarê roja cîhaniya jinan

Hêviya serkeftinê bo xebata jinên Kurdistanê dixwazim

Serokwezîrê Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top