• Monday, 01 July 2024
logo

Papa: Nabe ji belav kirina aştî biwestîn

Papa: Nabe ji belav kirina aştî biwestîn
dibêje birînên gelek mezin li ser laşê me hemûyan hene.


Li stadiyoma Franso Herîrî merasîmeke mezin ya olî hate organîzekirin.

Îro danê êwarê bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê û zêdetir ji 10 hezar welatiyan bi gerînendetiya Papaya Vatîkanê merasimeke mezin ya olî hate organîzekirin.

Papa di merasima han de gotareke kurt pêşkêş kir û ragihand ku ez dixwazim tekez li ser bingehîn ola mesîhiyetê bikim ku taybetin bi rêhevalî, biratî û aştî.

Papa diyar kir ku tevahiya xelkê xuşik û birayên hevin û lazime ji şaştiyên berê waneyan bo xwe werbigirin. Lazime bi kiriyarên baş şaştî werin rastkirin, bi taybeti welatiyên Îraqî lazime vê yekê bikin ku beriya niha bûne qurbaniya teror û tundûtîjiyê.

Papa got: Nabe ji belav kirina aştî û biratî biwestîn û em îro hatine wir daku ev peyama han pêşkêş bikin ku tenê aştî û biratî dikare hawara me de werin. Jiber tundûtîjiyan birînên mezin li ser laşê me çê bûne, demeke gelek zêde pêwîste daku bihevre birînên han derman bikin.

Weke tê zanîn îro danê sibê Papa gehêşte Hewlêrê, ji aliyê rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin û li gel rayedarên Kurdistanê civiya, pişt re çû Mûsilê liwir jî hîn civîn lidar xist û pişt re jî serdana Qereqûşê kir, piştî nan xwarina nîvroyê çû taxa Enkawe li Hewlêrê û pişt re jî danê êwarê li stadiyoma Franso Herîrî qedasa mezin ya olî lidarxist.

Top