• Monday, 01 July 2024
logo

Papa spasiya Serok Barzanî kir

Papa spasiya Serok Barzanî kir
dibêje min serdanên we ji bîr nekirine.

Dibêje jiber serdanên we hatime Kurdistanê.
Îro danê sibê piştî ku Papaya Vatîkanê gehêşte Hewlêrê û ji aliyê rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin, piştî merasima pêşwaziyê li gel Serok Barzanî civiya.
Di civînê de Papa spasiya Serok Barzanî kir jiber parastina pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê û dabîn kirina bihevre jiyana aştiyane di navbera wan de.
Papa herwiha diyar kiriye ku serdana Serok Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê bo Vatîkanê jibîr nekiriye û jiber wan hatiye Kurdistanê.
Top