• Monday, 01 July 2024
logo

Wekîlê mîrê êzîdiyan: Me hez dikir Papa serdana Lalişê jî bike

Wekîlê mîrê êzîdiyan: Me hez dikir Papa serdana Lalişê jî bike
Wekîlekî mîrê êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg dibêje, serdana Papa bo Herêma Kurdistanê, gelekî girîng e bo pêkvejiyana ayînan.

Papayê Vatîkan, Papa Fransîs sibê tê Hewlêrê.

Li ser vê serdanê, wekîlê mîrê êzîdiyan bo karûbarên pêwendiyan, Mîr Cewher Elî Beg ji BasNewsê re got, hatina Papayê Vatîkanê bo Kurdistan û Iraqê, rûdaneka girîng û dîrokî ye.

Mîr Cewher Elî Beg her wiha got, me hez dikir Papa serdana Lalişê jî bike yan jî serdana kampa koçberên êzîdî bike, ji ber ku êzîdî li Iraqê rastî zilm û zordariyek mezin hatine.

Wî wekîlê mîrê êzîdiyan anî ziman jî, serdana Papa Fransîs bo Kurdistanê pêngaveka pir baş û girîng e bo bihêzkirina pêkvejiyana ayînan.

Basnews
Top