Cemîl Diyarbekirlî: Tiştê Kurdistanê ji bo Xiristiyaniyan dike tu kes nake
Rêvebirê Rewangeha Aşûrî ya Mafê Mirovan ji Swêd bajarê Stockholmê Cemîl Diyarbekirlî beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistanê axivî.
Derbarê serdana Papa bo Iraq û Herêma Kurdistanê de Cemîl Diyarbekirlî diyar kir ku serdana Papa li ba Xiristiyanên û hemû pêkhateyên li navçeya bûye cihê xweşhaliyê û got: “Papa tevî ku ew rewşa xirab a corona û kiryarên terorî li Iraqê heye serdana wî welatî kir û got ez ligel hemû Xiristiyan û pêkateyên din ên li Iraqê û Sûriyê meû herwiha got ez li gel Misilmanên herêmê me. Bi rastî hatina wî bo herêmê kêfxwşî ji me re çêkir. Dema Papa serdana bajarê Ur û Bexdayê dike ku demeke hejmareke zêde ya Xiristiyan li wan deran hebû dê bibîne kes nemaye. Herwiha dema serdana parêzgeha Mûsilê kir dê wê hovitiya li dijî Xiristiyan hate kirin bibîne. Dema serdana Hewlêrê jî bike dê wî rengê em dixwazin hemû Iraqê bi wî rengî be bibîne.”
Li ser rewşa Xiritiyanên li Rojavayê Kurdistanê jî Cemîl Diyarbekirlî got: “Bi rastî li bakurê rojhilatê Sûriyê me ti caran hest bi tirsê nekiriye. Ti caran di me ferq û cudahî nedikir ku me bibêjin ev Misilman e, ev Keldanî ye û Xiristiyan an pêkhateyeke din e. Li hemberî astengiyan divê me hemû pêkve berevaniyê bikin, eger em ne bi hev re bin kes dê nekare piştgiriya me û eger em bi hev re bin dê kes nekare pişta me bişkîne.”
Bi gotina Cemîl Diyarbekirlî Vatîkanê ji destpêka krîza Sûriyê ve hewla çareserkirina pirsgirêkan daye, lê niha kes nemaya guhê bidin kesên şareza û lewma em ne di wê baweriyê de ku aliyên li Sûriyê yên bûne sedema aloziyan guhdariya peyam û gotinên Papayê Vatîkanê bikin.
Cemîl Diyarbekirlî da zanîn ku ji bo Aşûriyan rewşa li herêma Hesekê gelek ji rewşa bajarên Sûriyê baştir e, û got: “Lê hinek binpêkirin têne kirin û em ji bo wan her tim dengê xwe digihêjinin Rêveberiya Xweser. Em dixwazin Rêveberiya Xweser ku niha wek defacto ye pêşxistinê bixe li ser rêveberiya xwe. Ew çi navê li xwe dikin bila bikin, lê em dixwazin kiryar hebin û kar bê kirin. Bila ew der jî bibe wek Herêma Kurdistanê rengê pêkve jiyanê bihêz bibe û peywendiyên xweş di navbera welatî û hikûmetê de çêbin. Em gelek caran rexneyan li Rêveberiya Xweser dikin ku ew ji bo ku xwe pêş bixin e. Ez dixwazim tişta tê xwestin li herêma Rêveberiya Xweser nîne. Ji bo em bigihêjin nimuneyeke baş divê hemû alî di rêveberiyê de cih bigirin.”
Diyarbekirlî bal kişand li ser ewlebûna Herêma Kurdistanê bo pêkhateyên olî û got: “Min bêhtirî carekê serdana Herêma Kurdistanê kir, me bi rêya platforma Aşûrî ya Mafê Mirovan me pêwendî di gel wan kir. Tiştê ku min li Herêmê dît, ez eşkere dibêjim, belkî li Rojhilata Navîn tevî tunebe, loma tevî hemî kêmasiyên xwe jî, bi min Herêm ji hemî navçeyên din ên Rojhilata Navîn baştir e, ji ber wê yekê me dît ku xelkên me Mûsil û Bexda bi cî hiştin û berê xwe da Kurdistanê, ji ber ku tiştê ku Herêma Kurdistanê ji bo Xiristiyaniyan dike, tu kes nake. Li aliyê din, ji boyî me, Herêma Kurdistanê nûnertiya hemî beşên me dike; çi Aşûr, çi jî Kildanî, ji bo wê yekê, heger ew aram be, em jî aram in, ne tenê ew qas, lê ev xaka han ji bo Kurdên Rojavayî jî bûye penageh.”
Di berdewamiya axavtina xwe de Diyarbekirlî got jî: “Yek ji sedemên ku ez dixwazim Papa serdana Herêma Kurdistanê bike ew e ku em îro dibîn ku ew peyamên ji Herêmê digihêjin ofîsa birêz Papa wê yekê didin diyarkirin ku wek çawa rojekê Îmarat navenda pêkvejiyan û şaristaniyê ye, ez dibêjim ku heke hindek alîkar peyda bibe, dê Herêma Kurdistanê bibe navenda danûstandina ayînan. Ji ber ku Kurdistan bi hemî baweriyan xemilandî ye, serdana Papa jî ji bo vê yekê û ji bo rola Herêma Kurdistanê pesndanek e. Bi hêviya ku her kêmasiyeke heyî were çarsekirin da ku Herêma Kurdistanê bibe devera herî berçav li Rojhilata Navîn.
Bê guman, ev devera ku tu behsê navûdengê wê gelekî baş e, ji bo wê yekê, wê ev serdan bibe alîkar ku bal bê kişandin li ser vê deverê û ne tenê serdana Papa lê rola herêmê jî di mesela vegera Xiristiyaniyan de dibe alîkar, loma em hêvî dikin ku Herêma Kurdistanî hêsankariyan bide û ji me hemiyam jî tê xwestin ku em wêneyekî ciwan ê Herêma Kurdisanî diyarî cîhanê bikin ku ji bo yên li derve bibe peyam jî, loma hindek dosya li Herêmê hene ku ragirtî ne em bi hêvî ne ku bên çareserkirin ku devê her kesekî li ser herêmê vedibe were girtin.”
Rudaw