• Monday, 20 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara Serokwezîrê Iraqê kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara Serokwezîrê Iraqê kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew pêşwazî li biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dike ku 6ê Adarê wek “Roja Niştîmanî, Lêborîn û Pêkvejiyanê li Iraqê” ragihand.

Serokê Herêma Kurdistanê di tweeteke xwe de pêşwazî li diyarîkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir ku 6ê adarê wek “Roja Niştîmanî, Lêborîn û Pêkvejiyanê li Îraqê” ragihandiye.

Êvara vê şemiyê, Mistefa Kazimî: “Bi boneya dîdara mêjûyî ya her du cemseran; aştî û lêborîn, êvegerê bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî û Papayê Vatîkanê Papa Francisê, herwiha dîdara ayînan a li şarê Urê, em roja 6ê adarê her sal wek Roja Niştîmanî, Lêborîn û Pêkvejiyanê radigihînin.”

Papayê Vatîkanê Papa Francis di serdana xwe ya bo bajarê Urê yê mêjûyî de, ji warê Pêxember Îbirahîm ragihand ku “Pêxember Îbirahîm geşta xwe ya yekîtî û biratiyê ji vir daye destpêkirin.” Heman şûn, berî zayînê bi du hezar salan landika Îbirahîm bûye, loma li gel serdana Papa Francis bûye landika pêkateyên cûrbecûr ên Iraqê jî.

Kurd, Ereb, Sune û Şî’e, Kurdên Êzdî, Xiristiyan û Cihû, Kakeyî û Zeredeştî, hemî li ser heman dikê pêşwazî li serokê kilîsa Katolîk kir. Papa jî anî ziman ku peyama wî bo hemî pêkahteyên Îraqê aştî ye û got: “Dijminatî û tundûtûjîtî di navbera ayînan de tunebûne, loma ew li bejna dîn nayên, em di wê baweriyê de ne ku em ê li hemberî terorîzmê bê deng nemînin ku xwe li dîn dide pêçandin!”

Serokê Herêma Kurdistanê jî di tweeteke xwe de nivîsî: “Serdana Papa ya mêjûyî ya bo Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam e. Ez bi kêfxweşî pêşwazî li biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dikim ku roja 6ê Adarê weke Roja Niştîmanî, Lêborîn û Pêkvejiyanê li Îraqê ragihandiye”

Rudaw
Top