• Monday, 01 July 2024
logo

Mesîhiyên Enkawe: Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyanê ye

Mesîhiyên Enkawe: Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyanê ye
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû amadekarî kiriye ji bo pêşwazîkirina Papayê Vatîkanê, ku biryar e roja yekşemê li Hewlêra paytexta pêkvejiyan û aştiyê, li stadyuma Franso Herîrî, ligel 10 hezar kesan dua bike.

Rêveberê bajarokê Enkawe ragihand; bi pêkvejiyana hemû olan û parastina mesîhiyan, ji 2003an ve Herêma Kurdistanê ji bo wan bûye cihê aram.

Enkawe bajarokekî biçûk, di nav pêkvejiyaneke mezin de, ji bo pêşwazîkirina Papa Francis amadekariyan dike.

Li piraniya cihên ku biryar e Papa serdana wan deveran bike, bi diruşmên biratî û pêkvejiyan û wêneyên Papa Francis û alayên rengereng hatine xemilandin.

Rêveberê Bajarokê Enkawe Romî Nûrî diyar dike ku hatina Papa bo Herêma Kurdistanê peyamek e, ku Herêma Kurdistanê cihekî aram e ji bo Mesîhiyên hemû Iraq û hêmaya qebûlbûna zêdetir a pêkvejiyana olî û netewî ye.

K24
Top