• Monday, 01 July 2024
logo

Berhem Salih li pêş Papayê Vatîkanê rast neaxivî

Berhem Salih li pêş Papayê Vatîkanê rast neaxivî
Îro 05.03.2021ê serokomarê Iraqê Berhem Salih di gotarekî xwe ya di pêşwazî kirina Papayê Vatîkanê de, çîrokekî nerast bo bilind kirina artêşa Iraqê li ser hesaba serwerî û destkeftên Pêşmergeyên Kurdistanê got.

Berhem Salih di gotara xwe de azad kirina Qereqûş û bilind kirina xaça dêra Qereqûşê ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi navê leşkerên Iraqê ve vegot, lê Pêşmergeyên Kurdistanê Qereqûş ji dest terorîstên DAIŞê rizgar kir û xaça dêrê jî li cîhê xwe danîn û wek di wêneyan de jî derdikeve silav û rêzên xwe bo xaça Xirîstiyanan nîşan dane.

Ew gotinên nerast ên serokomarê Iraqê di torên civakî yên herêma Kurdistanê de rastî bertek û nerazîbûna xelkê Kurdistanê û Pêşmerge û kesûkarên şehîdan hat û tê gotin ku şerme serokomarekî kurd li pêş kesayetekî giring ê wek Papayê Vatîkanê serweriya Pêşmerge veşêre.

Basnews
Top