• Monday, 01 July 2024
logo

Mesîhiyên Deşta Nînowa ji ber nebûna aramî û xizmetê nevegerin navçeyên xwe

Mesîhiyên Deşta Nînowa ji ber nebûna aramî û xizmetê nevegerin navçeyên xwe
Mesîhiyên Deşta Nînowa ji ber nebûna seqamgiriya navçeyên wan amade nînin vegerin ser mal û halên xwe.

Malpera Sky News raportek li ser mesîhiyên Deşta Nînowa belav kir û di wê raportê de daxuyaniyên hemwelatiyekî Mesîhî yê Qereqûşê û lêkolînvanekî Mesîhî belav kir.

Hemwelatiyekî Mesîhî yê Qereqûşê Sebrî Yaqo, sala 2014ê ve hewara xwe aniye bo herêma Kurdistanê. Sebrî û hevjîna xwe amadekariyê dikin bo pêşwazî kirina li Papa Francis, ku mala wan jî nêzîkî dêra Tahîre ye, ku biryare Papa Francis li wê derê merasîma olî ji bo aştiyê bike.

Sebrî Yaqo ji Sky News re ragehandiye ku naha piraniya rûniştvanên Qereqûşê ku hejmara wan nêzîkî 50 hezar kes dibûn, li herêma Kurdistanê jiyana dikin û navegerine ser mal û halên xwe.

Du kur û keça Sebrî Yaqo li herêma Kurdistanê jiyan dikin û amade nîni li gel bavê xwe vegerin ser mal û halên xwe û 3 kur û keçeke wî jî xwe gehandine Swêdê.

Di raportê de tê gotin, heta naha tenê ji 3/1 ango ji sêyan yek rûniştvanên Qereqûşê vegeriyane û ji ber rewşa ewlehiyê xirabe û xizmet li navçeya wan tine hewla dubare vegera bo herêma Kurdistanê didin.

Lêkolînê Mesîhî Goerg Nebîl Seraf jjî sedemê nevegera Mesîhiyan bo navçeyên xwe wek sê xal destnîşan dike;

-Xelkê Deşta Nînowa hestyariyeke wan a zêde li hember tundiyê heye.

-Navçeya wan ketiye navçeya derveyî îdareya herêma Kurdistanê û nakokî li ser heye.

-Rêxistina terorîst a DAIŞê tirseke zêde li gel Mesîhiyan ava kiriye.

Ji ber metirsiya grubên tayfeyî û tund û dagirkeriya DAIŞê ya sala 2014û Mesîhiyên Deşta Nînowayê wek piraniya Mesîhiyên Iraqê mal û halên xwe bicîh hiştin û berê xwe dan bajarên herêma Kurdistanê.

Basnews
Top