• Monday, 01 July 2024
logo

Nirxê bermîlek petrolê gihîşte nêzîkî 70 dolarî

Nirxê bermîlek petrolê gihîşte nêzîkî 70 dolarî
Piştî civîna roja pêncşemê ya endamên Opec plusê ku tê de biryar hat dayîn asta berhemanîna petrolê zêde bikin û gihîşt nêzîkî 70 dolarên Amerîkî

Bihayê petrolê sûdê ji biryarê wergirt û bihayê wê ji demê 14 mehên bûrî bilindtir bû ku bihayê yek bermîl petrola brent li serî 69.36 dolarî serederî pê hat kirin.

Niha bihayê bermîlekî petrola brent nêzîkî 70 dolarî bûye û bihayê yek bermîl petrola sivik ya Texasê jî ji 66 dolarî zêdetir bû.

Banka Goldman Sachs berya civîna Opec û Opec plus pêşbîniyên xwe ji bo bihayê petrola îsal eşkere kir û ragihand, li çaryeka dûyem ya îsal de bihayê yek bermîl petrol dê bigihîje 75 dolarî û li çaryeka sêyem ya îsal dê bigihîje 80 dolarî.

Rudaw
Top