• Monday, 01 July 2024
logo

Papayê Vatîkanê gihîşt Bexdayê

Papayê Vatîkanê gihîşt Bexdayê
Papayê Vatîkanê Papa Francis bi serdanekê gihîşt Bexdayê û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêşwaziyê lê dike.

Biryar e Papa di serdana xwe de biçe bajarên Necef, Nasiriye û Mûsilê û serdana Hewlêrê bike.

Rêkarên ewlehiyê yên tund ji bo parastina rewşa ewlehiyê ya Iraqê û silametiya Papa Francis hatine pêkanîn.

Herwiha serdana Papa di demeke wisa de ye ku vîrusa Koronayê li Iraqê bi awayekî berçav zêde bûye û hejmara pêketiyan rojane gihiştiye pênc hezar kesî.

Papa duh peyamek arasteyî xelkê Iraqê kir û got; ez di vê serdanê de li bendê me ku xelkê Iraqê bibînim, çimkî wan gelek êş û jan dîtine.

Papa dê serdana Necefê bike ji bo dîtina Ayetullah Elî Sîstanî û piştre dê were Hewlêrê û li stada navdewletî ya Franso Herîrî ligel bi hezaran welatiyên Xiristiyan dê ji bo aştiyê dua bike.

K24
Top