• Monday, 01 July 2024
logo

Şaleke bi tayê zêr bo Papayê Vatîkanê tê dirûtin

Şaleke bi tayê zêr bo Papayê Vatîkanê tê dirûtin
Li Qereqoşê şaleke bi tayê zêr bo Papayê Vatîkanê tê dirûtin.

Bi şaleke taybet dixwazin pêşwaziyê li Papa Francis papaya Vaticanê bikin. Kariya Beqtar, temeneke çavên xwe di xwendina Incîlê de westandiye û niha jî bi dirûtina şaleke taybet bo Papayê Vaticanê.

Emmar Yaqo, keşeyê kenîseya Tahîre li Qereqoş, dibêje, “Me nivîsînek bicîh kir, yekem nivêja Eban Eledî ku bi tevahî bi zimanê suryanî hatiye nivîsîn, duyem jî nivêja aştiyê ya periyan hatiye nîvîsîn.”

Tişta ku vê şalê dike taybet, beşek jê ku ji tayê zêr hatiye çêkirin, û rengên wê jî gulên suruştê ne.

Emmar Yaqo, keşeyê kenîseya Tahîre, diyar dike, “Ev neqşek e ku bi gulên suruştê hatiye çêkirin, ji xeynî vê yekê jî, ev gula genim û tirî ye, ku bûne nîşaneya nan û şerabê, û semboleke girîngin li mesîhiyetê, ku di nivêja pîroz de bo xelkê tê dayîn. Bi rastî me pelê xurma hilbijart daku bibe sembola welatê me Iraq. Ev pelê xurma kelepûrê Bexdayê,deşta Neynewa û bajarê Neynewa û hemû Iraq dide nasandin.”

Serdana Papa Francis yekemîn serdane ku ji aliyê rêberê mesîhiyên kasolîk ên cîhanê bo Iraqê û Herêma Kurdistanê tê kirin, piraniya wan cihên ku papa serdana wan dike, hatine paqijkirin yan hatine nûjenkirin.

Rudaw
Top