• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê daxwazekê arasteyî aliyên siyasî dike

Serokê Herêma Kurdistanê daxwazekê arasteyî aliyên siyasî dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 30yemîn salvegera Raperînê de peyamek belav kir û ragihand: “Îro em di demekê de bîranîna wan rojên pîroz û qehremanên wê dikin, Kurdistan ji hemû demekê zêdetir pêwîstî bi tebayî û pêkveyî û yekrêziya hemû aliyan û pêkhatên wê heye, heta ku bikarê peyam û armancên pîrozên Raperînê û berhema xwîna şehîdan biparêze û ber bi paşerojeke baştir hengavan bavêje.”

Di peyama Nêçîrvan Barzanî de hatiye daxwazkirin: “Di vê bîranîna pîroz de, ez daxwaz ji hemû hêz û aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikim, bîranîna raperînê bikin hewêna tebayî û pêkveyî û yekrêzî û nehiştina kêşe û nakokiyan heta giyanê karwana şehîdên Kurdistanê şad bikîn û em hemû pêkve ber bi paşerojeke baştir hengavan bavêjîn, pêkve ji bo Kurdistaneke aram, avadan û aram têbikoşîn ku herdem bi landika azadî, lêborînî, pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê bimîne.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Di bîranîna sih saliya Raperîna Adara gelê Kurdistanê de, silav ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, serê rêz û rûmetê jî li ber giyanê wan yê pîroz diçemînîn, em bi hurmet û rûmetê ve wan bi bîr tînin.

Silav li gelê xweragirê Kurdistanê ku bi hemû pêkhatên wê ve wekî îro berî sîh salan li Ranyaya xweşdivî derbasgeha Raperînê, di girseyeke cemaweriya mezin de beramber bi sîtem û dîktatoriyê Raperîn û li gel Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê, yek bi yek gund û bajarok û bajaran niştiman azad kirin.

Îro em di demekê de bîranîna wan rojên pîroz û qehremanên wê dikin, Kurdistan ji hemû demekê zêdetir pêwîstî bi tebayî û pêkveyî û yekrêziya hemû aliyan û pêkhatên wê heye, heta ku bikarê peyam û armancên pîrozên Raperînê û berhema xwîna şehîdan biparêze û ber bi paşerojeke baştir hengavan bavêje.

Wekî çawa di Raperînê de tevahiya Kurdistaniyan bi hemû pêkhatên neteweyî û olî û hemû hêz û aliyên siyasiyên cûda ve, li bereyeke yekgirtî da pêkve raperîn û serkeftîn, niha jî bi heman awayî em hemû pêkve dikarîn rûbirûyê dijwarî û gefan bibin û mafên xwe yên destûrî bi dest ve bînin û biparêzin.

Di vê bîranîna pîroz de, ez daxwaz ji hemû hêz û aliyan û pêkhatên Kurdistanê dikim, bîranîna raperînê bikin hewêna tebayî û pêkveyî û yekrêzî û nehiştina kêşe û nakokiyan heta giyanê karwana şehîdên Kurdistanê şad bikîn û em hemû pêkve ber bi paşerojeke baştir hengavan bavêjîn, pêkve ji bo Kurdistaneke aram, avadan û aram têbikoşîn ku herdem bi landika azadî, lêborînî, pêkvejiyan û hevdû qebûlkirinê bimîne.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

05.03.2021
Top