• Monday, 01 July 2024
logo

Wezîrê Nefta Iraqê: Me 1 milyon vaksîna Koronayê ji Rûsyayê kiriye

Wezîrê Nefta Iraqê: Me 1 milyon vaksîna Koronayê ji Rûsyayê kiriye
Wezîrê Nefta Iraqê Îhsan Ebdulcebar ragihand ligel Moskowê wan li hevdu kiriye ji bo kirîna 1 milyon vaksîna Koronayê ya cûreya Sputnik V û biryare wê heta 2 hefteyan ew bigihê deste Wezareta Tendirustiya Iraqê.

Wezîrê Nefta Iraqê ji bo serdaneke fermî niha li Moskowê ye û di wê serdana xwe de ragihand, ew ligel Rûsyayê gihiştine rêkeftinê û wan 1 milyon vaksînên Koronayê ji Rûsyayê kirine û wê ew vaksîn di heyama 2 hefteyan de bigihên Iraqê.

Îhsan Ebdulcebar bi serokayetiya şandeke fermî ya hikûmeta federal a Iraqê li Moskowê ye û serperişiya rêkeftineke kiriye ligel sindoqa weberhênana Rûsyayê ku berpirsiyariya berhemanîna vaksîna Sputnîk V li xwe digire.

Herwiha ligel şandina vaksînan wê Rûsya çend tîmên pispor ê pizîşkî jî bişîne Iraqê ji bo derbarê bikaranîna vaksînê rêhnemayiya pisporên wezareta tendirustiya Iraqê bikin.

Basnews
Top