• Monday, 01 July 2024
logo

Papa berî serdana xwe peyamek arasteyî gelên Iraqê kir

Papa berî serdana xwe peyamek arasteyî gelên Iraqê kir
Papayê Vatîkanê Papa Francis berî destpêkirina geşta xwe ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê, peyamek arasteyî gelên Iraqê kir.

Papa Francis di peyama xwe de pesnê Iraqiyan da, ku çendîn sal in rastî şer û malwêranî hatine. Papa ji ber dîtina Iraqiyan kêfxweşiya xwe anî ziman.

Di peyama xwe de Papa diyar kiriye: “Em hemû di bin ala bavê me yê mezin Îbrahîm de kom dibin, ku weke yek malbat in, Misilman û Xirîstiyan û Cihû.

Papayê Vatîkanê diyar dike; êş û janên ku xelkê Iraqê dîtine her dem di bîra wî de ne.

Di beşeke peyamê de hatiye destnîşankirin: “Xwişk û birayên min ên hêja, bi dirêjahiya van salan, fikara min li ser we bû. We gelek dît, lê çokdanînê hest nekin, fikara min li ser we bû, bi Xirîstiyan û Misilman, herwiha gelê Êzdî jî, fikara min li ser Êzdiyan bû, wan gelek êş û jan dît, hemû bira ne.”

K24
Top