• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî li gel Serokê îtîlafa nîştimaniya Sûriyeyê civiya

Serok Barzanî li gel Serokê îtîlafa nîştimaniya Sûriyeyê civiya
dibêje bûyerên Efrînê cîhê dilgiranî ne.

Behsa rewşa dawî ya Sûriyeyê û deverê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê îtîlafa nîştimanî ya Sûriyeyê Nesir Herîrî û şandeke pê re kir.
Di civînê de rewşa dawî ya Sûriyeyê û pêşhatên dawî li ser asta deverê û Sûriyeyê hatin nirxandin û Serokê îtîlafa nîştimaniya Sûriyeyê spasiya Serok Barzaî û herêma Kurdistanê kirk u hertim hevsozên êş û azarên xelkê Sûriyeyê bûne û pêşwaziya hijmareke zêde ji aware û penaberên Sûrî jî kirine.
Nav hatî bîranîn û merasîmên Adarê jî ku beşeke girîng ji xebata gelê Kurdistanê pêk tînin bilind nirxand.
Her di heman civînê de Serok Barzanî jî diyar kir ku li gel vê yekê deye ku çareseriyeke wisa ji qirîza Sûriyeyê re were dîtin ku aramî û tebayiya navbera tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê dabîn bike.
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku bûyerên ku li Efrînê qewmîne cîhê dilgiranî ne û bi kûrî çavdêriya bûyer û pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê dikin û hêvî xwest ku di pêşeroja Sûriyeyê de maf û berejwendiyên tevahiya pêkhateyan li ber çav werin girtin.

Top