• Monday, 01 July 2024
logo

Erdogan karnameya taybet bi mafên mirovan eşkere kir

Erdogan karnameya taybet bi mafên mirovan eşkere kir
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Koşka Serokatiyê karnameya taybet bi mafên mirov eşkere kir.

Serokomarê Tirkiyê tekez kir armanca sereke ji ragihandina vê karnameyê “nivîsandina destûreke nû û sivîl e” û bang li her kesî kir ku beşdarî proseya amadekirinê destûrê bibin.

Erdogan ragihand ku karnamaya taybet bi mafên mirov ji 9 mebest, 50 armanc û 393 çalakiyan pêk tê û got wan bi beşdarî û hevahengiya hemû wezaret û saziyên peywendîdar û warê aborî û karsaz û herwiha nûnerên civaka sivîl ew karnameya taybet bi mafên mirov amade kirine.

Serokomarê Tirkiyê her wiha diyar kir ku karnameya taybet bi mafên mirov di encama kar û xebatên di heyama 2 salan de hatiye amadekirin û ragihand ku nexşerêya cîbicîkirina vê karnameyê jî dê di nava 2 hefteyan de bê eşkerekirin.

Xalên ji axavtina Erdogan derketin pêş wiha ne:

“Plana Xebatê ya Mafên Mirovan ji bo di nav 2 salan de bi cî were hatiye amadekirin û nîşan dide ku îradeya me ya guherîn û reformê didome û wê bidome. Plana Xebatê ya Mafên Mirovan beriya her tiştî li gor pêwîstî û daxwazên gelê me hatiye amadekirin.

Her reformên me di bidestxistina azadî, beşdarbûn, pirdengî û demokrasiya pêşketî de ji ber yekîtiya hestiyarî û fikrî ya di navbera me û gelê me de çêbûn. Plana Xebatê ya Mafên Mirovan ku li gor hêviyên gelê me derket holê di encama pêvajoya şêwrê ya berfireh de çêbû. Em dixwazin pergala serlêdana şexsî ya ji bona Dadgeha Destûra Bingehîn hêj çalaktir bikin."

Ji bo beşdariya demokratîk zêde bibe ji bo di rêziknameya partiyên siyasî û hilbijartinê de guherîn çêbe em xebateke berfireh didin destpêkirin. Komisyona Qerebûkirina Mafên Mirovan dê bêyî serîlêdana Dadgeha Qanûna Bingehîn zirara darizandina dirêj bide.

Bi beşdariya nûnerên baro, saziyên civakî yên sivîl û zanîngehan em Komîsyoneke Şopandina Mafên Mirovan ya Saziyên Ceza û Înfazê ya serbixwe ava dikin.

Em çalakbûna xizmetên piştgiriya psîko-sosyal û agahîdayîna bi taybetî jin, zarok, astengdar, kal û pîrên mexdûrê sûc zêde dikin.

Ji bo dadger û dozgeran em temînata erdnîgariyê tînin û him temînata darazê zexim dikin û him jî rê li ber vedikin ku biryar zû derkevin.

Em welatiyên xwe yên li dervayî welêt dijîn jî tevlî sepana elektronîk dikin. Ji bo ku dozên kar zûtirî encam bidin, em qeydên SGKyê ji dadgeran re vedikin. Dî daraza îdarî da em mecbur dikin ku biryara bihincet di nav 30 rojan de bê nivîsandin. Em mesrefên doz, îcra û noterê sade dikin. Em derfetê çêdikin ku parêzer bikaribin serlêdanên şexsî yên ji boa Dadgeha Destûra Bingehîn bi awayekî elektronîk bikin.

Em di serlêdanên îdareyê de maweya bersivdayînê ji 60 rojî dadixînin 30 rojî. Demên serlêdana îstinaf û temyîzê bi teblîxkirina biryara bihincet dê dest pê bike. Hemû biryarên dadgeha îstinafê û dereceya ewil li gor rêgeza parastina daneyên şexsî em ê ji raya giştî re vekin.

Ji kîjan olê dibe bila bibe dê xwebatkarên raya giştî û sektora taybet û xwendekar di cejnên xwe yên olî de bi îzin bên hesibandin.

Ji bo zêdekirina standardên azadiya derbirîn û çapemeniyê em dê tedbîrên xebatên rojnamevanan hêsan dikin berfireh bikin.

Ji bo ku lihevnekirina di navbera rêveberî û veberhênan de ji holê were rakirin, em 'Ombudsmaniya Weberhênanê' dadimezirînin ku dê bi rêgeza serbixwe û bêalî bixebite û dê bilez biryaran bide.

Ev tedbîrên kontrola edlî jî mîna girtîmayînê derdixin asta herî bilind.

Em rêziknameyê û sepandinê ji bo ku azadiya gotinê, mafê civîn û xwepêşandinê bi awayê herî berfireh were temînkirin, em li ber çav re derbas dikin. Ji bo avakirina lijneya rêvebiriyê ya weqfên xeyrîmusliman û hilbijartina wan em Rêziknameya Weqfan ji nû ve sererast dikin.

Em derbarê îdiayên êşkenceyê de ji bo lêpirsînên dîsîplînê hukmê derbasbûna demê radikin. Em dawiyê li wan cure binçavkirinan tînin ku ji bo wergirtina îfadeyê, dervayî saetên mesaiyê û li otelan nîvê şevê, dihatin cîbicîkirin.

Ji bo sûcên tundiya dijî jinan baş bên lêkolînkirin em buroyên lêpirsînê yên taybet ku ji bo vê hatine avakirin li seranserê welat belav dikin.

Di sûcên girêdayî gilîkirinê dd vexwendnameya agahdarkirinê tê teblîxkirin, lê heke dîsa jî bê mazeret kes beşdarî dadgehê nebin ji bo ku ev doz bên betalkirin em guherînan dikin. Bi vî awayî em dê dosyeyên bi salane wiha mane, darizandinên dirêj dikşînin ji holê rakin.

Heta ku mexdûrbûna jinê ya ji ber tundiyê bidawî nebe em dê bi tevkariya sazî, saziyên civaka sivîl, medya û hemû girseyên civakê re vê têkoşînê bidomînin.

Qeydên guhdarkirinê yên ji bo tesbîtkirina ragihandinê yên ji bo tedbîra parastinê hatine bidestxistin dema biryara berdanê bê dayîn dê ji holê bên rakirin

Em ji bo saziyên înfaza ceza veguherîna dîjîtal temam dikin. Di vê çarçoveyê de girtî dê bi mirovên xwe re bi dîtbarî biaxivin, ji bo şandin û hildana nameyan, dayîna daxwaznameyan û şopandina rewşa tenduristiyê jî em dê ji teknolojiyê sûd werbigirin.

Em dawî li helwesta îdareyê tînin ku ji welatiyên mafdar ra dibêje 'here doz veke, qezenc bike û were.

Em xebatên ji bo zarokan ji muptelabûna înternetê, zordariya sîberê û rîskên dijîtalê mihefeze bikin derdixin asta jorîn. Dadgehên zarokan li gorî zarokan amade dikin û em dê derfetê didin ku dadger, dozger û parêzerê bê cube têkevin rûniştinên li dadgehan.

Ji bo ku ciwan malbatê ava bikin em alîkariya zewacê berfirehtir dikin. Ji bo ew beşdarî piyasaya kar bibin em Belgeya Stajê ya Îstihdama Ciwanan amade dikin û derfetên stajê pêşva dibin.

Em li Stenbolê lezê didin xebatên avakirina Navenda Ciwaniyê ya NYyê. Bi vî awayî em dixwazin tevkariyê bidin pêkanîna Stratejiya Ciwaniyê ya 2030yî ya NYyê.

Ji bo girtiyên astengdar, nexweşên giran, kal û pîr bikaribin cezayê xwe li malê bikişînin em derfetan zêde dikin.

Ji bo ku ciwan zêdetir tevî jiyana civakî û demokratîk bibin, em li bernaneta perwerdeya navîn xebatên xwebexş zêde dikin û vê li zanîngehan jî belav dikin.

Ji bona mehkûmên kal û pîr û yên siheta wan baş nîne ji ber ku bi tena serê xwe nikarin di girtîgehê de li xwe binêrin em sînorên serbestiya çavdêrî berfireh dikin.

Em maweya perwerdeya li fakulteyên hiqûqê derdixin 5 salan. Em kontenjanên wan di ber çavan re derbas dikin ku perwerdeyeke baştir bidin.

Armanca dawîn a Plana Xebatê ya Mafên Mirovan destûreke bingehîn ya nû û sivîl e. Em bawer dikin berpirsyariya me ya dîrokî ye ku di salvegera 100î ya Komara me de metna peymana civakî ya li gor esasên serdestiya îradeya neteweyî were amadekirin bidin welatê xwe. Em bangî her kesên ji bo pêşeroja welatê me gotina wan hene dikin ku bira tevlî pêvajoya amadekirina qanûna bingehîn a teze bibin."

Rudaw
Top