• Saturday, 30 November 2024
logo

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxuyaniya vaksîna dijî Koronayê

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxuyaniya vaksîna dijî Koronayê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya gihiştina beşa yekem a derziya dijî Koronayê bo Herêma Kurdistanê, peyamek belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ez kêfxweş im bi gihiştina karwana yekem a vaksîna dijî vîrusa Koronayê (Covid-19) bo Herêma Kurdistanê, ku ji aliyê welatê Çînê ve hatiye şandin.

Em spasiya Komara Çînê dikin ji bo vê alîkariya mirovî, ku pêngaveke girîng e ji bo hewlên rûbirûbûna dijî vîrusê û parastina bijîşkan û karmendên xeta pêş.

Piştî pesendkirina plana dabeşkirinê, vaksîn li navendên diyarkirî yên li hemû parêzgehan dê werin dabînkirin, da ku bidin wan grûpên li xeta pêş û metirsî li ser wan heye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemahengiya ligel Hikûmeta Federal, ji bo destxistina vaksîn û piştrastbûna ji dabînkirina beşa Herêmê di wê beşa vaksînê de ku ji Hikûmeta Federal re dide, dixebite. Em ligel kompaniyên pêşeng ên berhemanîna vaksînê, rasterast di pêwendiyê de ne, ji bo bidestxistina vaksîna zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê. Ez bi cidî li ser vê mijarê dixebitim û dişopînim ji bo dilniyabûna wê yekê ku her Kurdistaniyek di demeke herî nêz de bigihe vaksînê.

Bêguman ev karekî hêsan nabe, lê divê em ji bo zêdetirî 6 milyon welatiyan vaksînê dabîn bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha li ser encamdana bernameyeke lêdana giştî ya derziyê li nişteciyên Herêmê dixebite, ku tîmên tendirustî û karmendên xeta pêş ên rûbirûbûna Koronayê û karmendên dezgehên ewlehiyê û kesên bi temen û kesên ku metirsiya pêketinê heye li xwe digre. Piştre lêdana derziyê li piraniya rêjeya welatiyên li gor temen û rênimayên diyarkirî dest pê dike. Em hêvî dikin piştî vê qonaxê, em bikarin vegerin ser jiyan û rewşa xwe û rewşa aborî jî geş bike.

Ez bawer im ku em dikarin rewşê asayî bikin, lê bêguman Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê, nikare vê yekê bike, loma divê welatî bi giştî, alîkar û yarmetîder bibin û rola xwe ji bo berjewendiya giştî bilîzin. Ev jî bi pabendbûna rênimayên tendirustî û rêkarên xweparêzî pêk tê, ku ji bo parastina civakê bi giştî ye.

K24
Top