• Monday, 01 July 2024
logo

ENKSê Mele Mistefa Barzanî bibîr anî

ENKSê Mele Mistefa Barzanî bibîr anî
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê bo 42yemîn salvegera koça dawî ya nemir Mele Mistefa Barzanî merasîmeke bîranînê lidar xist.

Di merasîma bîranîna nemir Mele Mistefa Barzanî de Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê daxûyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Bi hezaran kes ji gelê Kurd li Sûriyê, li deverên ku ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê ve li hemû navçeyan hatibûne destnîşankirin, ji bo lidarxistina ahenga 42yemîn salvegera koça dawî ya nemir Mistefa Barzanî, kom bûn.

Ew yek jî, weke dilsoziyekê ji bo qurbanî, perwerî û berevaniya di ber mafên gelê Kurd û doza wî de, li dijî xirabtirîn dîktatorî li navçeyê, da ku bibe sembolek û handanek ji têkoşîna nifşan re bi dirêjiya demê, li herçar parçeyên Kurdistanê.

Di dema ku gelê Kurd li ser daxwaza ENKSê kom bû, ji bo derbirrîna dilsoziya xwe, derbarê yekî ji sembolên xwe yên neteweyî, ji aliyê Hêzên Ewlehiyê yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve, qedexekirin û rêgirî li pêşiya hatina xelkê bo hinek deveran hate kirin.

Li bajarê Dêrikê, pêkêşkarê ahengê, medyakar Ehmed Sûfî di dema ahengê de hate girtin, herwiha dest hate danîn ser bafleyên deng û kesên beşdarbûyî di ahengê de, ji aliyê wan çekdaran ve tûşî şantajê bûn. Herwiha Asayişê ji xwediyê stadyuma ku aheng lê hate lidarxistin, xwest ku rê nede lidarxistina ahengê.

Li Çil Axa, Girkê Legê û Tirbe Spiyê jî, heman rêkar hatin kirin û endamên Encmena Xwecihî ya ENKSê, Hesen Xerbî Ebdîk berî ahengê bi rojekê hate girtin û gef lê hate kirin ku beşdariyê di ahengê de neke, herwiha tûşî îşkence û riswakirinê bû.

Weiha jî her yek ji Fewaz Elî, Behzad Birûcî û Hesen Bavê Şengo hatin girtin, dest jî hate danîn ser bafleyên deng, lê tevî wan astengiyan, aheng bi serkeftin bidawî bû.

Li Amûdê jî xwediyê hola ku biryar bû aheng lê bê kirin, hate agahdarkirin ku rê nede wê yekê.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, spasiya gelê Kurd dike, ku bersiva banga wê da ji bo lidarxistina 42yemî salvegera koça serkirdeyê nemir. Herwiha kiryarên ku ji aliyê Hêzên Ewlehiyê yên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve hatine kirin, şermezar dike, ew kiryarên ku armanc jê têkdana rêkarên avakirina baweriyê ye ku ENKSê daxwaz dike rêgirî li pêş çalakiyên wê neyên kirin. Ew yek di dawiya sala 2019an de, bi rêya daxuyaniyeke fermî hate ragihandin.

Bi vê helkefta dîrokî, em tekeziyê li ser yekrêziya helwesta Kurdî dikin, li ser bingehên xurt ku hevbeşiyeke rasteqîne dirust bike, dûr ji takealîbûnê û hewlên pêkanîna serdestiya bi zorê. Herwiha em daxwazê ji aliyên garantor û serperiştiyarên danûstandinan dikin ku sînorekî ji van reftaran re deynin, ku wan danûstandinan dikine armanc, ew danûstandinên ku bûne û tê de hevtêgihiştin li ser hinek dozên girîng hatiye kirin, û xizmeta berjewendiya gelê Kurd dikin.”

Rudaw
Top