• Monday, 01 July 2024
logo

Heşdî Şeibî bi bahaneya parastina Şingalê çek dide grubên nerewa

Heşdî Şeibî bi bahaneya parastina Şingalê çek dide grubên nerewa
Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê diyar kir Heşdî Şeibî li Şingalê bi bahaneya parastina devera Şingalê çek û pêdiviyên leşkerî bo grup û hêzên nerewa li Şingalê dabîn dike.

Fermandeyê fermandariya Şingalê yê ser bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Mam Qewal ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi bahaneya parastina Şingalê Heşdî Şeibî çend cure çek dane hêz û grubên nerewa li çiyayê Şingalê. Naha ew çek li çiyayê Şingalê hatine danîn ji aliyê hêz û grubên nerewa ve, hemahengi û peyvendî di navbera Heşdî Şeibî û PKKê de li Şingalê heye û ev yek bûye eger bikarin hatûçûnê li Şingalê bikin, ji bo bikarin hatûçûnê di navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê de bikin.’’

Herwaha got: ‘’Eger hemahengî û peyvendî di navbera Heşdî Şeibî û grubên nerewa de tineba, naha gelek car şer di navbera wan aliyan de derketibû, lê hemahengî û peyvendî di navbera herdu aliyan de heye.’’

Navborî got: ‘’Rewşa Şingalê xirabe, tirs bo xelkê vegeriyane bo Şingalê jî çêbûye. Xelk jiyana xwe piştrast nîne nav Şingalê de.’’

Basnews
Top