• Monday, 01 July 2024
logo

Yusuf Erîm: Dibe ku Tirkiye di dawiya mehê de êrişî Şingalê bike

Yusuf Erîm: Dibe ku Tirkiye di dawiya mehê de êrişî Şingalê bike
Pisporê Siyaseta Derve ya Tirkiyê Yusuf Erim di derbarê aloziya di navbera Tirkiyê û Îranê de got “Hê jî alozî di navbera herdû welatan de berdewam in dibe dawiya vê mehê yan destpêka meha bê operasyon bê sazkirin”

Yusuf Erim Pisporê Siyaseta Derve ya Tirkiyê Yusuf Erim beşdarî bultena Rûdawê bû û egera êrişeke Tikriyê ya li ser şingalê û aloziyên di navbera Tirkiyê û îranê de nirxand.

Yusuf Erîm li ser nakokiyên di navbera Îran û Tirkiyê got “Hê jî alozî di navbera herdû welatan de berdewam in û Îran naxwaze ku Tirkiyê bigihêje Şingalê.”

Di derbarê hewlên Îranê yên li ser Şingalê de Erîm dibêje “Nerîna Îranê li hember Şingalê cûda ye”

Herwiha li ser egera êrişeke Tirkiyê ya li ser Şingalê Erîm wiha da zanîn “Tirkiyê dixwaze operasyoneke leşkerî bike lê eger Heşda Şebî bersiva Tirkiyê bide dê rewşaloztir bibe û Îran naxwaze rûbirûbûn di navbera wan û Tirkiyê de rû bide”

Erîm di derbarê senaryoyên ser Şingalê de nêrînên xwe bi vî rengî anî ziman “Dibe ku senaryoya Idlibê li Şingalê jî rû bide û Tirkiyê naxwaze peywendiyên xwe li gel Iraqê têk bide”

Li aliyê din Erîm pêşbînî kir û tekez kir “Dibe dawiya vê mehê yan destpêka meha bê operasyon bê sazkirin lê Idareya Biden naxwaze Tirkiye bibe pirsgirêke din li navçeyê.”

Rudaw
Top