• Monday, 01 July 2024
logo

NY: Rejîma Sûriyê tawanên şer encam dane

NY: Rejîma Sûriyê tawanên şer encam dane
Neteweyên Yekgirtî ragihand ku rejîma Sûriyê di binçavkirina mirovan de tawanên şer encam dane.

Komîsyona Lêkolînên Sûriyê ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve di rapora xwe de dibêje, rejîma Sûriyê di binçavkirina mirovan de tawanên şer û yên dijî mirovatiyê encam dane.

Di raporê de hatiye ku heta niha çarenivîsa bi deh hezaran kesên ku ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hatine girtin, ne diyar e. Gelek ji wan bi zorê hatine wendakirin, mirine yan jî hatine kuştin.

Komîsyon dibêje, bi hezaran kes bi awayekî kêfî ji aliyê hikûmetê ve hatine binçavkirin û tawanên şer û yên li dijî mirovatiyê hatine encamdan.

Rapor diyar dike, li Sûriyê aliyên din jî bi awayekî ne yasayî û kêfî xelk ji azadiyên wan bê par hiştine û wan jî tawanên ciddî encam dane.

Rapora komîsyonê ji 30 rûpelan pêk hatiye û pişta xwe dide hevdîtinên li gel qurbanî û şahidan ku ji sala 2011 heta 2020an hatine kirin. Di raporê de her wiha tê gotin ku gelek wêne, video, dîmenên satelîtî, belgeyên fermî û rapor jî hatine dîtin.

Rudaw
Top