• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji bo azadiya rojnamegeran tekez kir

Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji bo azadiya rojnamegeran tekez kir
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro roja duşemê 01.03.2021ê ligel endamên Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê civiya û piştgiriya xwe ji bo azadiya rojnamegeran tekez kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand:’’Ligel Sendîkata Rojnamegeran me behsa karên girîng ê rojnamegeran kir. Me piştgîriya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo azadîya rojnamegerî û dûr li her tundutîjî û tirs û toqandinek tekez kiriye.’’

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha nivîsandiye ku azadiya rojnamegeriyê binemayeke serekî ya her komelgeyeke demokrat e û Kurdistan jî ji wî alî pêşketinên giring bedest xistine.

Basnews
Top