• Saturday, 30 November 2024
logo

Meha borî 7 kolberên kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin

Meha borî 7 kolberên kurd li Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin
Meha borî herî kêm 7 kolber li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dan.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, meha Sibata îsal 16 kolberên kurd li Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li gorî raporta Hengawê, 7 kes ji wan kolberan canê xwe ji dest dane û 9 kolber jî birîndar bûne.

3 ji wan kolberan ji aliyê pasdaran ve hatine kuştin û 4 kolber jî ji ber rûdanên din canê xwe ji dest dane.

Basnews
Top