• Monday, 01 July 2024
logo

Neymar Da Silva roja dayîkbûn li Mesrûr Barzanî pîroz kir

Neymar Da Silva roja dayîkbûn li Mesrûr Barzanî pîroz kir
Futbolîstê stêrkê Brezîlyayî Neymar Da Silva bi rêya peyameke videoyî ve pîrozbahî li salvegera ji dayîkbûna serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Neymar Da Silva ku naha futbolîstê tîma Fransî ya Paris Sant Paris Saint-Germain di peyama xwe de dibêje: ‘’Silav Mesrûr Barzanî, roja dayîkbûna te pîroz be û hêvîdarim rojeke te ya xweş hebe û xwedê te biparêze.’’

Mesrûr Barzanî roja 02.03.1969ê li gundê Dilman a navçeya Balekayetî ji dayîkbûye.

Di jiyana xwe de gelek rawestgehên cuda yên xebatê de derbas bûye. Di kongreya 13.mîn a PDKê ya sala 2010ê birêveçû de yekemîn dengên beşdarvanên kongreyê bidestxist û wek endamê polîtburoyê hate helbijartin.

Bi fermana serok Mesûd Barzanî ku dema serokê herêma Kurdistanê bû, biryara hejmara 68 a roja 30.04.2012ê bo serpereştî kirina saziyên asayîş, îstixbarata leşkerî û saziyên îstixbaratê wek şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê dest bi kar bû.

Piştî Tebaxa 2014'an, li hemberî êrîşên teroristên DAIŞê yên li ser Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna wê, Odeya Operasyona Hevbeş ligel hevpeymanan ava kir. Pêkanîna vê odeya hevbeş, roleke wê ya bi bandor di arastekirina êrîşên asmanî û birêvebirina operasyonên meydanî li djî teroristan hebû. Herwiha Mesrûr Barzanî ligel Serok Barzanî bi awayekî meydan li bereyên şer amade bû û beşdarî di serperiştîkirina piraniya operasyonên li dijî DAIŞê de kir.

Mesrûr Barzanî, damezirêner û Serokê Fexrî yê Borda Zanîngeha Amerîkî - Kurdistanê li Duhokê ye ku di meha Berçileya 2013an keviyê binyatê yê wê projeyê hatibû danîn.

Mesrûr Barzanî xwediyê 3 kur û keçekî yên bi navên Yasmîn, Arîn, Berzîn û Aran e. zimanên Kurdî, Farisî û Îngîlîzî baş dizane û Erebî jî tê digehe.

Basnews
Top