• Monday, 01 July 2024
logo

Wezareta Tendirustiyê daxwaza tundkirina rêkarên rûbirûbûna Koronayê dike

Wezareta Tendirustiyê daxwaza tundkirina rêkarên rûbirûbûna Koronayê dike
Li ser daxwaza Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, îro Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê dicive û çend xalan gotûbêj dikin.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiyê, ji heyama hefteyekê ye hejmara pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê zêde dibe, ji ber wê jî çend xalan derbarê rewşa niha pêşkêş dike, ji bo hin biryarên nû yên derbarê tundkirina rêkarên rûbirûbûna Koronayê bên dayîn.

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî ji K24ê re ragihand, îro Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê li ser daxwaz me ji bo gotûbêjkirina û çend xalan dicive.

Dr. Saman Berzincî diyar kir, hejmara pêketina bi Koronayê di vê hefteyê de li hember meha borî 4 qatan zêde bûye û ev nifşê nû yê Koronayê bi awayekî bileztir belav dibe, ji ber wê Wezareta Yendirustiyê pêşniyaz dike, rêkarên rûbirûbûnê bi awayekî giştî û li dibistanan bi taybetî bêne tundkirin.

Wezîrê Tendirustiyê got jî, wan raporteke giştgîr pêşkêşî Komîteya Rûbirûbûna Koronayê kiriye û hemû rêkar diyar kirine û daxwaz kirine rêkar bêne tundkirin, ji ber ku rewş ber bi qonaxeke metirsîdar ve diçe.

K24
Top