PDK kesekî nû li şûna Umêd Xoşnav dike endamê parlementoya Kurdistanê
![PDK kesekî nû li şûna Umêd Xoşnav dike endamê parlementoya Kurdistanê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/b30fa400b144da39613bddc36a6becd6_L.jpg )
Îro parlementoya Kurdistanê dest bi werza nû ya xebata xwe dike. Di civîna îro de endamekî nû yê firaksiyona PDKê jî sûnd dixwe û dibe endamê parlementoyê.
Navê wî endamê nû yê parlementoyê Helkewt Enwer e û dibe endamê firaksiyona PDKê.
Helkewt Enwer li şûna Umdê Xoşnav dibe parlementer. Umêd Xoşnav serokê firaksiyona PDKê bû lê piştî ku bû parêzgarê Hewlêrê, cihê wî vala mabû.
Basnews