• Monday, 01 July 2024
logo

Tendirustiya Hewlêrê: Koronaya nû zûtir belav dibe

Gulan Media February 28, 2021 Nûçe
Tendirustiya Hewlêrê: Koronaya nû zûtir belav dibe
Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê ragihand, kesên niha bi vîrûsa Koronayê dikevin, wek pêketiyê bi nifşê nû yê Koronayê tê tomarkirin.

Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê Dr. Bijar Mûsa ji K24ê re ragihand, “Destpêkê di dema tomarkirina amarên Koronayê de, hatên Covid-19 û haletên nifşê nû yê Koronayê ji hevdu cuda dihatin tomarkirin, lê niha her haletek hebe, wek pêketiyê bi nifşê nû yê wê vîrûsê tê tomarkirin.”

Got jî: “Di nava pêketiyên bi nifşê nû yê Koronayê de, hejmarek zarok jî hene û rewşa wan a tendirustî baş e û din çavdêriya bijîşkî de ne.”

Berdevkê tendirûstiya Hewlêrê got: "Yek ji cudahiyên nifşê nû yê Koronayê ew e ku zûtir belav bibe.”

Ji aliyekî din ve û derbarê rêkarên rûbirûbûna Koronayê de, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji K24ê re got: “Yek ji xalên girîng ên xweparastinê, bikaranîna maskan e. Herwiha qedexekirina hatina grûpên geştiyaran ên Iraqî bo Herêma Kurdistanê ye.”

Got jî: “Di dema borî de, welatiyan bi xemsarî pabendî rêkarên xweparêziyê dibûn. Niha heger welatî pabendî rêkaran nebin, tê pêşbînîkirin bi awayekî berfireh vîrûs belav bibe.”

Diyar kir jî ji ber pabendnebûna bi rêkarên xweparêziyê, 10 cih li Hewlêrê ji aliyê wan ve hatin girtin.
Top