Piştî daxuyaniyên balyozên Îran û Tirkiyê yên li dijî hev Helbusî daxwaza rêzgirtinê li serweriya Iraqê kir
Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescîdî di hevpeyvîneke rojnamevanî de ragehandibû welatê wan hebûna hêzên biyanî û destwerdanên li karûbarên navxwe yên Iraqê red dike û daxwaz li Tirkiyê kiribû hêzên xwe li Iraqê vekêşe û metirsiyê li ser vî welatî ava neke.
Li hember wê daxuyaniyê balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz jî ragehand, Îrec Mescîdî kesê herî dawiyê ye behsa serweriya Iraqê bike û waneya rêzgirtinê li sînorên Iraqê bide.
Piştî wan daxuyaniyên herdu balyozên Îran û Tirkiyê yên dijî hev, serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî jî bi beyanameyekî ragehand ku erkê balyozên welatan li Iraqê nûnertiya welatê xwe ye û bihêz kirina peyvendiyên welatên xwe yên li gel Bexdayê ye.
Helbusî bê ku navê Mescîdî û Yildiz bîne, daxwaz li hin balyozan kir erkên xwe têbigehin û dest ji karûbarekî vernedin ku ne karê wan be û rêz li serweriya Iraqê bigrin.
Basnews