• Monday, 01 July 2024
logo

Biden: Êrîşên ser milîsên Sûriyê, bersiva êrîşên ser Iraq û Hewlêrê bûn

Gulan Media February 28, 2021 Nûçe
Biden: Êrîşên ser milîsên Sûriyê, bersiva êrîşên ser Iraq û Hewlêrê bûn
Serokê Amerîkayê Joe Biden di nameyekê de bo Kongresê taybet bi êrîşên roja Înê bo ser Sûriyê got, “êrîş bo parastina Amerîkayê bûn ku mafê me yê bingehîn e û dijî wan milîşiyayan hatine kirin ên Îran piştgiriya wan dike.”

Nameya Joe Biden bo Kongresê di çarçoveya hewldana Serokê Amerîkayê de ye bo şirovekirina sedema pêkanîna êrîşan, ew jî piştî rexnekirina operasyona serbazî ji aliyê hinek Demokratan ve ku wek bezandina sînorê Kongresê di berjewendiya desthilata Serokatiya Amerîkayê de pênase kirine.

Biden di navmeya xwe de nivîsiye: “Bi fermana min roja 25ê Sibata 2021ê, hêzên Amerîkayê jêrxana pêgeheke taybet bi milîşiyayên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike, kirine armanc. Destê wan milîşiyayan di êrêşên ser serbaz, tîmê Amerîkî û Hêzên Hevpeyman li Iraqê û di nav de êrîşên ser Hewlêrê ku bûn sedema birîndarbûna endamekî tîmê serbazê yê Amerîkayê û çar belênderên Amerîkî.”

Derbarê êrîşa mûşekî de bo ser Hewlêrê, Amerîkayê çend pêgehên taybet bi grûpên çekdar ên nêzîkê Îranê li navçeya Bûkemal nav axa Sûriyê li ser sînorê rojavayê Iraqî bordûman kirin û di encam de bi kêmanî 22 çekdar hatin kuştin.

Şeva Duşema 15ê Şibatê, 14 mûşek li Hewlêrê ketin, di encamê de belênderekî sivîl ku ligel Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kar dikir hat kuştin û heşt belênderên din ên sivîl û leşkerekî Amerîkî birîndarbûn. Herwiha sê welatiyên sivîl jî biriîndarbûn, û yekî ji wan piştre canî xwe ji dest da.

Rudaw
Top