Serok Barzanî li gel wezîrê navxwe yê Îraqê civiya
![Serok Barzanî li gel wezîrê navxwe yê Îraqê civiya](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/155302692_806679813259618_.jpg )
Behsa rewşa Îraqê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê navxwe yê Îraqa fedral Osman Xanimî kir.
Di civînê de rewşa ewlekarî û pêşhatên siyasî yên Îraqê, hemahengiya navbera Kurdistan û hikûmeta fedralî ya bo rûbirû bûna gef û metirsiyên terorê, hatin nirxandin û her du alî tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê jî kirin.
Têkiliyên navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûkmeta fedralî mijareke din ya civînê bû.