• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Serdana Papayê dîrokî û gelek girînge

Gulan Media February 28, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Serdana Papayê dîrokî û gelek girînge
dibêje lazime kêşeya Kurd li Tirkiyeyê bi diyalogê were çareserkirin.
Serokwezîr hevpeyvînek da kanala Frans24ê.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala Frans 24 de behsa gelek mijaran kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvîna han de behsa vê yekê kiriye ku hîn jî DIŞIê metirsiyeke mezine bo ser ewlekariya dever û cîhanê û lazime tevahiya aliyan hemahengiya xwe ya li dijî DIŞIê bihêztir û berfiretir bikin.

Derbarê êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê de jî Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku di mijara lêkolînên li ser êrîşê gavên gelek baş hatine avêtin, û di lêkolînên destpêkê de derketiye ku kîj alî li pişt wan êrîşan deye.

Barzanî herwiha diyar kiriye ku liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê zêdetir bûne, hêzên ewlekarî yên Îraqê jî nikarin ewlekariya wan deveran biparêzin û DIŞI dîsa xwe li wan deveran organîze kiriye.

Derbarê êrîşên Tirkiyeyê de jî Serokwezîr eşkere kiriye ku PKK berpirsê wan êrîşan û hatina hêzên Tirkiyeyê ye bo nava axa herêma Kurdistanê û lazime kêşeya Kurd li Tirkiyeyê bi rêya diyalog û aştiyane were çareserkirin.

Ev lînka hevpeyvînê ye.

https://youtu.be/yfa0IaI1V-s

Top