• Monday, 01 July 2024
logo

Malikî: Liyaqata dewleta Iraqê nemaye

Gulan Media February 28, 2021 Nûçe
Malikî: Liyaqata dewleta Iraqê nemaye
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa behsa ragehandina herêmeke li başûrê welat dike û radigehîne ku liyaqata dewleta Iraqê nemaye.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî di beyanameyekî de ragehand, tişta li parêzgeha Zîqar a navenda wî Nasiriye ye pêktê destpêkeke bo ragehandina herêmekî.

Nûrî Malikî ragehand ku damezrandina herêmekî li Zîqarê ji aliyê hêzên derve ve plana bo hatiye darijandin.

Malikî ragehand, Iraq geheştiye qonaxekî ku tê de ne liyaqata dewletê maye û ne jî daxwazên xwepêşanderan hatin bicîhanîn.

Heftiya borî ji ber givaşên xwepêşanderan ên ji cotmeha sala 2019ê ve bi xwepêşandanan ve daxwaza mafên serekî yên jiyanê yên wek ava vexwarinê û elektrîk dikin û hêzên ewlehiyê bi guleyan bersiv dan û serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî parêzgerê Zîqarê ji kar dûrxist.

Basnews
Top