• Monday, 01 July 2024
logo

Wezîrê Derve yê Iraqê: Iraq dê deynên Îranê bide

Gulan Media February 28, 2021 Nûçe
Wezîrê Derve yê Iraqê: Iraq dê deynên Îranê bide
Roja sêşemê, 23ê sibata 2021ê, Tora Medyayî ya Rûdawê hevpeyvînek li avahiya Balyozxaneya Îranê li Bexdayê bi Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî re saz kir.

Di vê hevpeyvînê de balyozê Îranê ragihand ku têkiliyên wan bi Herêma Kurdistanê re pir germ in. Herwiha got hikûmeta Îranê li dijî wan herdu fîlman bû ku li ser êrişên DAIŞê li dijî Hewlêrê hatibûn berhemanîn û bûne sedema hêrsbûna serkirdatiyê li Herêma Kurdistanê.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî dibêje ew li dijî hebûna her hêzeke leşkerî ya biyanî li Iraq û Herêma Kurdistanê ne. Di vê çarçoveyê de jî gefên Tirkiyê yên êrişkirina ser Şingalê red dikin û divê Tirkiyê ji axa Iraqê derkeve û hêzên wê vegerin sînorên navdewletî.

Herwiha Îrec Mescidî dibêje ew li dijî êrişkirina ser Hewlêrê û hemû nûnertiyên dîplomatîk li Iraqê ne.

Rûdaw: Pêwendiya we bi hikûmeta rêzdar Mistefa Kazimî re çawa ye. Di heman asta wê pêwendiyê de ye ku di navbera we û hikûmeta rêzdar Adil Ebdilmehdî de hebû?

Îrec Mescidî: Bi navê xwedayê mezin. Rêz û silavên min jî ji we û temaşevanên we yên hêja re hene. Ez pir kêfxweş im di vê hevpeyvînê de. Rêz û silavên min ji şêniyên rêzdar ên Kurdistanê, berpirs û rêberên Herêma Kurdistanê re hene. Hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.

Divê ez bêjim ku piştî hilweşîna Sedam û destpêka pêkhatina hikûmeta nû li Iraqê piştî 2003ê zayînî, spas ji xwedê re, pêwendiyên Îranê û hikûmetên ku li Iraqê pêk hatin avaker û bibandor bûn. Ji destpêkê û heta serdema rêzdar Dr. Adil Ebdilmehdî berdewam bûn. Piştî pêkhatina hikûmeta rêzdar Mistefa Kazimî jî ev pêwendî berdewam in û niha Komara Îslamî ya Îranê û Komara Iraqê di warên cuda de, têkiliyeke wan a baş heye. Hevkariyên navbera herdu welatan û bi rêzdar Kazimî û hikûmeta wî re pêwendiyeke pir erênî, pozetîv û avaker e. Nexasim piştî serdana rêzdar Kazimî ji bo Tehranê û danûstandinên wî yên fermî û herwisa ew peymanên baş ku hatin kirin, ev pêwendiya baş berdewam bû. Wek min got, spas ji xwedê re, pêwendiyeke me ya baş bi hikûmeta Iraqê û Bexdayê re heye.

Rûdaw: Heta niha ti danûstandinek di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê de heye derbarê sînorên navbera herdu welatan. Gelo ti nakokiyek di navbera herdu welatan de derbarê sînorê navbera we heye, bi taybetî ku Sedam Hisên di salên cenga naverba herdu welatan de ragihand pabendî wê peymana sînorî nabe ku sala 1975an di navbera herdu aliyan de tifaq li ser hatibû kirin?

Îrec Mescidî: Peymana sala 1975an a Cezaîrê, peymaneke di navbera du welatan de û di rêxistina Neteweyên Yekbûyî de jî hatiye tomarkirin. Di serdema Sedam û şer de ji ber pêşrewiya hêzan carinan sînorên me tûşî pirsgirêkan bûne. Iraqî dihatin nav sînorên me li hinek navçeyan yan Îran dihate nav hinek navçeyên axa Iraqê. Lewma hinek pirsgirêk di sînorên me de qewimîn. Niha mijara destnîşankirina sînorê nû li holê nîne. Lê rêxistin û cîbicîkirina peymanê ji bo cêgîrkirina sînoran e. Ev jî bi hevkariya hevbeş a Îran û Iraqê hatiye cîbicîkirin. Beşeke zêde ya van sînoran hatine destnîşankirin û xalên sînorî hatine diyarkirin û ev jî bi dawî hatiye. Hin xalên biçûk mane ku divê em li sînorên navdewletî vegerin û rewşê mîna berê cihgirtî bikin. Tişta ku ez dikarim bêjim ew e ku mijara peymaneke nû yan sînorê nû li holê nîne, lê cîbicîkirina heman peymanê ye ku berê hebû, eger kêmasiyeke wê hebe jî, dike were çareserkirin.

Rûdaw: Li ser mijara navxwe ya Iraqê, wek hûn dizanin êrişên bi roketan di sala nû de kêmtir bûn, lê vê dawiyê dîsa dest pê kirin. Bi baweriya we, sedemên derketina van êrişan çi ne?

Îrec Mescidî: Ez pir eşkere dibêjim ku ez ne bi ti êriş yan gefekê re me li dijî navendên dîplomatîk û li dijî her welatekî li Iraqê. Komara Îslamî bi temamî li dijî ye û em red dikin û şermezar dikin. Divê ewlekariya pêwîst a cihên dîplomatîk hebe û rêza wan were girtin. Cudahî nîne ku Balyozxaneya Amerîka yan a her welatekî din be, ango em bi ti awayî nikarin mijareke bi vî rengî piştrast bikin yan qebûl bikin. Mixabin êrişên bi vî rengî yên xerabtir û tundtir jî li ser me bi xwe hatine kirin. Binerin, konsulxaneyên Îranê li Besra, li Necefa Eşref, li Kerbela, ji Balyozxaneya Amerîka xerabtir êriş li ser wan hat kirin, agir berdan wan, bi rastî tûşî ziyaneke mezin bûn. Nexwe na, girêdayî vê mijarê helwesteke me ya ciddî û zelal heye. Ew jî ew e ku nabe cihên dîplomatîk, cihên çi welatekî bin, li Iraqê êrişî wan were kirin.

Rûdaw: Hinek aliyên siyasî êrişên vê dawiyê red kirin. We jî berê ragihandibû ku hûn bi Iraqeke aram re ne, eger hûn bixwazin peyamekê ji wan kesan re bişînin ku wan êrişan pêk tînin, hûn ê çi ji wan re bêjin?

Îrec Mescidî: Komara Îslamî ya Îranê dixwaze ewlekariya temamî li Iraqê hebe. Bi baweriya me, her kes ewlekariya Iraqê lawaz bike, binpêkirinê bike, em bi ti awayî piştevaniyê lê nakin, em qebûl nakin û piştgiriyê lê nakin. Herwiha hêzên ewlekariya Iraqê û hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê bi xwe dikarin asayîş û ewlekariyê bi başî li Iraqê biparêzin. Bi baweriya Komara Îslamî ya Îranê, ji Iraqê re giring e ewlekarî û aramî ji hemû hevwelatiyên Iraqê re peyda bibe, divê hemû jî alîkariya pêkhatina vê bikin. Bêguman Komara Îslamî jî piştgiriya vê helwestê dike û dixwaze ewlekariya temamî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hebe. Di vî warî de çi hevkariyek pêwîst be jî dike.

Rûdaw: Li ser daxwaza Iraqê, Peymana Bakurê Etlesî (NATO) hejmara leşkerên xwe li Iraqê zêde kir, Îran ku dixwaze ti hêzeke leşkerî ya biyanî li Iraqê nemîne, çawa li vê pêngava NATOyê dinere?

Îrec Mescidî: Haya min jê nîne eger peymanek di navbera Iraq û NATOyê de derketibe holê. Tişta hûn behs dikin, ez nizanim hikûmeta Iraqê peymanek kiriye yan hejmara hêzan hatiye zêdekirin yan na. Agahiyên min ên hûr nîn in. Lê helwesta Komara Îslamî çi ye? Bi dîtina Îranê, hewce nake hêzên derveyî vê navçeyê li Iraqê, li Herêmê yan li her cihekî din hebin. Bi baweriya Îranê, divê ewlekariya deverê ji aliyê welatên deverê ve were misogerkirin, ewlekariya Iraq, Urdin, Qeter, Siûdiye, Kuwêtê yan her cihekî din. Şiyanên baş ên welatên navçeyê bi xwe hene, hêzên wan ên ewlekarî û leşkerî yên bişiyan hene. Artêşên wan hene, hêzên wan ên polîs û ewlekariyê hene. Li Herêma Kurdistanê, spas ji xwedê re, hêzên Pêşmerge yên pir bihêz hene. Lewra ev mijareke giştî, sereke û giştî ye. Bi baweriya Komara Îslamî divê navçe bi xwe ewlekariya deverê û ewlekariya welatên deverê misoger bike yan bi hevkariya hev misoger bikin. Hêzên derveyî ne pêwîst in, çi NATO be, çi Amerîka û çi hevpeymanên din bin. Ev dîtin û nêrîna Komara Îslamî ye û me gelek caran eşkere tekez kiriye û nîşan jî daye. Duyem, bi nêrîna me hêzên biyanî ne tenê nabin alîkar, lê dijwariyên bêtir jî çêdikin, aloziyên zêdetir çêdikin, ev jî dibe serêşiyek ji bo deverê. Hûn binerin. Bûyerên ku li Iraqê li dijî hêzên Amerîkî yan aliyên din diqewimin, hebûna wan dibe hêncetek ji bo têkbirina ewlekariyê û çêkirina pirsgirêkan. Lewma helwesta Îranê pir zelal û eşkere ye û me helwesta xwe di vî warî de ragihandiye. Lê ka welatên deverê çawa tev digerin, çi kirine yan çi dikin, ev girêdayî wan welatan bi xwe ye. Lê Îran bi ti awayî piştgiriya vê nake. Qebûl nake hêzên derveyî hebin, li Iraqê yan li derveyî Iraqê be.

Rûdaw: Hûn çawa li serdana dema borî ya Serokê Desthilata Dadwerî ya Îranê ji bo Iraqê dinerin. Bi aliyê Iraqî re gihişt çi peyman û pabendiyekê?

Îrec Mescidî: Serdana Serokê Desthilata Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê rêzdar Reîsî pir baş û serkeftî bû û hevkariyên bêtir ên yasayî û dadwerî di navbera Îran û Iraqê de jê peyda bûn. Di vê serdanê de peymanên hevtêgihiştinê derbarê mijarên cuda hatin îmzekirin. Wek nimûne şopandina dosyeya şehîdbûna şehîd Silêmanî û rêzdar Ebû Mehdî Muhendis, yan mijara girtiyan û têkildarî wan, têkildarî mijarên yasayî û sînorî, têkildarî piştevaniya qanûnî û dadwerî li bazirganan û mijarên aborî. Bi dîtina min serdana wî ji bo Iraqê û ji bo Komara Îslamî jî serdaneke baş û serkeftî bû. Wê çaxê dawetnameyeke dost û berpirsên Herêma Kurdistanê jî gihişte destê me ku rêzdar Reîsî serdana wir bike. Çunkî berê plan ji serdanê re hatibû danîn ku serdana Bexdayê tenê dike û vedigere. Me bersiva rêzdarên Herêma Kurdistanê da ku dibe ku vê carê negunce. Ez hêvîdar im înşella di derfeteke guncav de, rêzdar Reîsî yan berpirsên din ên Îranê serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Rûdaw: Gelo ti pirsgirêkeke Komara Îslamî ya Îranê ya girêdayî dadweriyê bi Herêma Kurdistanê re heye?

Îrec Mescidî: Pirsgirêkeke me ya dadwerî bi Herêma Kurdistanê re nîne. Bi nêrîna min, çêdibe hevkariyên dadwerî û qanûnî werin xurttirkirin û bihêzkirin û hevkarî jî werin zêdekirin di wan waran de ku herêm dilxwaz e û herwisa hin mijarên ku pêwîstiya Komara Îslamî bi wan heye. Lewma bi baweriya min wek çawa di warên aborî, siyasî û çandî de di navbera me û Herêma Kurdistanê de pêwendiyên pir baş hene, divê em bikarin di warên yasayî û dadwerî de jî hevkariyên xwe bihêztir bikin.

Rûdaw: Hûn çawa li Peymana Şingalê dinerin. Ti têbîniyeke Îranê li ser naveroka peymanê û şêwaza cîbicîkirina wê heye. Hûn pê re ne ku peyman were cîbicîkirin?

Îrec Mescidî: Bi baweriya min tişta ku giring e xelkên Şingalê ne, rûniştevanên Şingalê. Divê ewlekarî ji wan were dabînkirin, xizmetguzarî ji wan re werin pêşkêşkirin, xelkên vê deverê û deverên din jî gelek ziyan û êş bi destê DAIŞê û nearamiyê kişandine. Komara Îslamî dixwaze şêniyên Şingalê di ewlekariyê de bijîn, herwisa eşîrên cuda cuda yên wê deverê. Şêniyên Şingalê ji bo Komara Îslamî cihê rêzê ne, wek hemû deverên din. Her bûyerek, her biryarek û her hevkariyeke ku ev jê peyda bibe, Komara Îslamî jî piştgiriya wê dike. Lê girêdayî vê peymanê, min bihîstiye ku hinek nakokî hene. Hin razî ne, hin dijatiya wê dikin. Hinek nêrînên wan ên cuda li wê navçeyê hene. Nêrîna Komara Îslamî alîkarîkirina xelkê ye, xelkên wir jê re giring e, dixwaze giringî bi dabînbûna asayîş û ewlekariya şêniyên Şingalê were dan.

Rûdaw: We got hûn bi asayîş û ewlekariya Şingalê re ne, lê Tirkiyê gefan dike eger Peymana Şingalê neyê cîbicîkirin, dê êrişî Şingalê bike. Hûn çawa li van gefên Tirkiyê dinerin?

Îrec Mescidî: Binerin, çi têkiliya mijara Şingalê bi Tirkiyê heye? Mijareke navxwe ya Iraqê ye û divê Iraqî bi xwe wê çareser bikin, encaman jê bigirin û biryaran li ser bidin. Dibe ku beşek jê têkildarî herêmê be, têkildarî Şingalê bi xwe be, têkildarî hikûmeta navendî be. Qet ne têkildarî Tirkiyê ye ku gef bike yan li ser vê mijarê biryar bide. Lewra em her gefekê ku ji aliyê Tirkiyê yan aliyên din ve be red dikin.

Rûdaw: Ti tirseke we ji zêdetirbûna amadebûna hêzên Tirkiyê di nav axa Herêma Kurdistana Iraqê de heye?

Îrec Mescidî: Em desttêwerdana leşkerî li Iraqê red dikin. Bi ti awayî nabe hêzên Tirkiyê jî gef bin li ser axa Iraqê yan dagir bikin. Divê hêzên Iraqî bi xwe ewlekariyê dabîn bikin, hêzên Herêma Kurdistanê li navçeyên xwe ewlekariyê biparêzin û ewlekarî li deverê were bicihkirin. Em rast nabînin ku Tirkiyê yan her welatekî din desttêwerdana leşkerî li Iraqê bike yan pêşrewiya leşkerî bike yan hebûna wê ya leşkerî hebe. Bala xwe bidinê, min di pirsa borî de jî got. Lewra em bawer dikin ku divê Tirk vegerin hêl û sînorên xwe yên navdewletî û li wir cih bigirin û ewlekariya Iraqê ji aliyê Iraqiyan bi xwe ve were dabînkirin.

Rûdaw: Cenabê balyoz curek ji sarbûnê di têkiliyên navbera Tehran û Hewlêrê de heye. Çima hemû hest bi hebûna wê cura sarbûnê di pêwendiyên herdu aliyan de dikin?

Îrec Mescidî: Di pêwendiyan de sarbûn li holê nîne. Pêwendiyên me û herêmê pir baş û germ in. Nizanim hûn çima dibêjin pêwendî sar in, ma we tiştek dîtiye? Di navbera me û Herêma Kurdistanê de pêwendiyeke pir baş di warên cuda de heye. Em û herêmê dost in, cînar in û pêwendiya me ya baş heye. Lewma bi nêrîna min eger tu pirsa we bi vî awayî bikî baştir e, yan em bi vî rengî lê binerin ka em çi bikin ji bo bihêztirkirina vê pêwendiyê, çunkî pêwendî rêjeyî ye, dikare baş û baştir bibe. Bi nêrîna min gelek derfet di navbera me û herêmê de hene. Di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê de, ji bo kûrtirkirin û bihêztirkirina pêwendiyan em hergav amade ne. Dostên me li Herêma Kurdistanê jî, rêberên rêzdar ên Herêma Kurdistanê jî hergav pêşwazî û piştgirî li vê kirine. Ez ti pirsgirêkê di navbera me û Herêma Kurdistanê de nabînim.

Rûdaw: Di destpêka sala borî de, Îranê bi roketan êrişî Hewlêrê kir, bi mebesta roketbarandina leşkergeheke hevpeymanan. Dûre jî grûpên Heşda Şeibî du êrişên din pêk anîn ku ya dawî di 15ê vê mehê de bû. Gelo ti daxwazeke we ya taybet ji Hewlêrê heye?

Îrec Mescidî: Di qonaxekê de ku mijara şehîdbûna serdar Suleymanî li holê bû û amerîkiyan ew teror kiribûn, divabû Komara Îslamî bersivê bide. Bûyer jî di nav axa Iraqê de qewimîbû. Me berê gotibû eger amerîkî gefê li Îranê bikin yan karekî li dijî me pêk bînin, dê karvedana me hebe. Ango hewldana Komara Îslamî ne li dijî Hewlêr, Bexda û ti cihekî din bû, li dijî amerîkiyan bû. Duyem a ku wan dest pê kir, wan fermandeyên ezîz û şehîdên me teror kirin, lewma bersiva Îranê bersivdana karê Amerîka bû. Têkildarî Hewlêrê, Herêma Kurdistanê dosta me ye, rêza me ji Herêma Kurdistanê re heye. Komara Îslamî bi ti awayî gef yan êrişekê li dijî Hewlêrê yan li dijî ti cihekî din ên Herêma Kurdistanê pêk nayîne. Destê me yê dostanî û biratiyê hergav bi Herêma Kurdistanê re di nav destê hev de ye. Lewma dibêjim ku ti pirsgirêk di navbera Îran û herêmê de nîne. Têkildarî mijara Heşda Şeibî, ji dil ti agahiyeke min li ser mijara ku we behs kir nîne ku gef, êriş yan pirsgirêkek bû. Lê ez dibêjim ku Îran pir bi tundî li dijî her êrişeke li ser Hewlêrê ye. Êrişa li ser navendên ku li vî welatî hene, navendên dîplomatîk ku li wir hene, em bi tundî li dijî ne û red dikin. Herwisa têkildarî mijara vê dawiyê, berdevkê wezareta me ya derve bi awayekî eşkere helwesta Îranê nîşan da. Bi nêrîna me ev keftûleft sedema kaosê ne, em êrişa ser Hewlêrê şermezar û red dikin. Bi nêrîna me divê ewlekarî li wir hergav cihgirtî û berdewam be û hikûmeta herêmê û rêberên herêmê cihê rêza me ne. Em li dijî her hewldanekê ne ku bixwaze hikûmeta herêmê lawaz bike yan tûşî nearamî û kaosê bike. Li Hewlêrê yan li her cihekî din ê herêmê, Silêmanî, Helebce û deverên din. Divê ev di ewlekariya temamî de bin û Komara Îslamî hergav piştevaniyê li ewlekariya wan dike û alîkariyê dike.

Rûdaw: Di dema êrişa DAIŞê de, tê gotin hûn bi Qasim Suleymanî re bûn û hûn beşdarî operasyonan bûn û di wê çaxê de dema 45 rojan jî li Kurdistanê man. Kî bû di nav Komara Îslamî de biryara hevkariya Herêma Kurdistanê da?

Îrec Mescidî: Gava DAIŞê êriş kir û bû metirsî li ser Herêma Kurdistanê û dest danî ser hin deverên herêmê, Komara Îslamî hevkariya herêmê kir. Em kêfxweş in ku ji bo jinavbirina DAIŞê li wê navçeyê, hevkariya me bi herêmê re hebû û me alîkarî kir. Lê tişta ku divê ez bêjim û nêrîna min û ya Komara Îslamî ye, ew e ku Herêma Kurdistanê, pêşmergeyên qehreman û şehîdên Pêşmerge û fermandeyên herêmê, roleke wan a sereke û berçav di tunekirina DAIŞê de hebû. Komara Îslamî hevkarî kir. Herêma Kurdistanê bi hezaran şehîd pêşkêş kir. Em bi ti awayî rûbirûbûna li dijî DAIŞê, şehîdên Herêma Kurdistanê, ciwan û pêşmergeyên rêzdar ku roleke wan a giring di vê mijarê de hebû, em nikarin wan di dîrokê de ji bîr bikin. Serdarê rêzdar, şehîd Suleymaniyê birêz, ez û hin hevkarên me li tenişta wan, wek şêwirmend, erê me alîkariya wan kir, em kêfxweş in jî. Herwisa rêzdar Barzanî, rêzdar Mesûd Barzanî û berpirsên din ên herêmê bi rastî rêz li vê hevkariyê girtin, spasî kirin, em jî ji bo vê mijarê kêfxweş in.

Rûdaw: Cenabê balyoz, bi nêrîna we eger ne ji hevkariya Komara Îslamî bûya, dê Hewlêr biketa destê DAIŞê?

Îrec Mescidî: Rewşa wê qonaxê kirîz bû. Dostên me, rêberên rêzdar ên Herêma Kurdistanê bi rastî dilgiran bûn ku DAIŞ dest dane ser rûbereke zêdetir a Herêma Kurdistanê. Rewş pir aloz bû. Êrişên DAIŞê jî xurttir bûbûn. Bi dîtina min dilgiran jî rast û normal bûn, lê spas ji xwedê re û bi hebûna hêzên Pêşmerge û fermandeyên pir dilêr ên Kurdistanê ew dilgiranî pir bilez qediyan. Ango herêmê karî rewşê kontrol bike, pêşrewiya DAIŞê ragire û navçeyên ku DAIŞê dagir kiribûn, wek Mexmûr û Giwêr û hin deverên din, spas ji xwedê re bilez bi plan û operasyonên lezgîn azad bike. Bi rastî di vê meydanê de pêşmergeyên leheng jêhatîbûna xwe nîşan dan. Çunkî ezmûneke Îranê ya mezin di şerê li dijî DAIŞê de hebû, li Sûriyê û berê wê jî, amadebûna şehîdê me yê ezîz rêzdar Suleymanî û dostên Komara Îslamî jî bi rêzdarên herêmê re alîkar bûn ji bo nehiştina vê kirîzê. Spas ji xwedê re ev dilgiranî nema û ziyaneke giran li herêmê neket. Ewlekarî li Hewlêrê vegeriya, navçeyên din jî bi heman awayî. Navçeyên ku hatibûn girtin, dîsa hatin kontrolkirin. Me dît ku ewlekariya pêwîst ji bo herêmê vegeriya û DAIŞ li wir hat serkutkirin û hat neçarkirin ku vekişe navçeyên rojavayê Herêma Kurdistanê.

Rûdaw: Hejmara wan şêwirmendan çend bû û ew hevkarî çi bûn ku we di rûbirûbûna DAIŞê de pêşkêş kirin?

Îrec Mescidî: Me bi çend geştên esmanî karibû bilez hêzên alîkar û kelûpelên leşkerî û pêdiviyan, piştî hevdîtineke me bi rêzdar Barzanî re, veguhêzin balafirgeha Hewlêrê. Li wir jî şêwirmend û hêzên me yên piştevaniyê bi hêzên Pêşmerge re bûn û spas ji xwedê re hewldanên bibandor kirin.

Rûdaw: Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyeke nerazîtiyê ya fermî derbarê du fîlmên ku behsa êrişa DAIŞê li ser Hewlêrê dikin, da Konsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê. Bi baweriya Herêma Kurdistanê ew fîlm heybeta pêşmergeyan kêm dikin û bêrêziyê li serkirdatiya Herêma Kurdistanê dikin. Gelo we bi fermî bersiva wê nameya nerazîtiyê da?

Îrec Mescidî: Erê, bi nêrîna min her kesê ku ev fîlm çêkiribe, fîlmekî pir xerab e. Diyar e hem rêzdar Barzanî, hem rêzdar Suleymanî jî nas nekirine. Dibistana rêzdar Suleymanî dibistaneke sade bû, xizmet bû, alîkariya bê minetkirin bû. Ji aliyekî din ve jî, rêzdar Barzanî û pêşmergeyên qehreman bi dirêjahiya dîrokê xebat kirine, hewl dane û zehmetî kişandine. Bi baweriya me ew fîlm fîlmekî pir xerab bû. Helbet bi nêrîna min ne tiştekî ewqasî giring e jî. Hewce nake evqasî were dubarekirin û mezinkirin. Lê helwesta Komara Îslamî helwesteke fermî û zelal e. Ev fîlm tê redkirin. Ne tenê ya rêzdar Barzanî, lê bi baweriya me kesayetiyeke baş a şehîdê mezin rêzdar Suleymanî jî nîşan nade. Em herdu alî nerazî ne û ji vê mijarê nerihet in. Helwesta Komara Îslamî derbarê Pêşmerge, serkirdatitya Kurdistanê, rêzdar Barzanî û hemû berpirsên herêmê bi temamî zelal e. Rehma xwedê li Dr. Roj be. Tê bîra min ku her di wê civînê de rêzdar Barzanî Dr. Roj wek berpirsê hevahengiya eniyên şer li Herêma Kurdistanê destnîşan kir. Em şahid in çiqas zehmetî kişandin. Ew bûn ên kar kirin. Em jî hejmareke biçûk li tenişta wan bûn, em kêfxweş in jî. Ya ku di wî fîlmî de sivikatî bi kesekî were kirin, em bi tundî red dikin. Bila ez ji te re bêjim. Ez bi dîtina wî fîlmî ji Herêma Kurdistanê dilgirantir bûm. Helwesta min hebû li dijî ku ev çi ye hatiye kirin, kê ev kiriye? Duyem, rêzdar Suleymanî, şehîd Suleymanî kesekî mezin bû, erê, fermandeyekî qehreman e, lê helwesta wî ji rêzdar Barzanî û li hember Herêma Kurdistanê, tew li hember pêşmergeyekî normal, li hember şerkerekî, helwesta rêzgirtin û nefsbiçûkiyê bû. Bi giştî dibistana şehîdê me yê birêz, rêzdar Suleymanî ev e. Bi nêrîna min, ev fîlm pir xerab hatiye amadekirin û çêkirin. Her kesê ku ew kar kiriye karekî çewt kiriye. Ez wek balyozê Komara Îslamî ji we re dibêjim, ez gelê Kurdistanê, rêberên Kurdistanê, Pêşmergeyên Kurdistanê û fermandeyên vê navçeyê baş nas dikim. Herwiha rêzeke min a mezin ji wan re heye, nabe mijara vê fîlmî jî dirêjtir bibe. Helwesta Komara Îslamî pir zelal e, pir eşkere û diyar e. Ew jî rêzgirtina kesayetiya rêzdar Barzanî ye. Rêzdar Mesûd Barzanî û rêzdarên din jî, serokê hikûmetê, serokê herêmê rêzdar Nêçîrvan û hemû berpirsên Herêma Kurdistanê. Ew dostên me yên herî baş in. Cihê rêzgirtina Îranê ne. Pêwendiyeke me ya pir baş bi hev re heye. Em nikarin dîroka hev ji bîr bikin, lewma berhemhênerên wî fîlmî, helbet li gor nêrîna xwe xwestibûn di merasîma salvegera şehîd Suleymanî de rêzê lê bigirin. Lê bi dîtina min, bi nêrîna Komara Îslamî ya Îranê ev ne rêzgirtin e. Lê çewtiyeke pir mezin bû û mixabin dostên me li Herêma Kurdistanê dilgiran kir. Helbet ez heq didim wan û ji wan re dibêjim ku em wek Komara Îslamî ya Îranê ji we bêtir nerihet bûn. Helwesta Îranê ne ku – xwedê neke- sivikatîpêkirin e, lê belê rêzgirtina Herêma Kurdistanê ye. Ma em dikarin wan hemû şehîdan ji bîr bikin ku Herêma Kurdistanê ji bo şerê li dijî DAIŞê pêşkêş kirin. Rola wan sereke bû. Ma em dikarin rola fermandeyên Pêşmerge ji bîr bikin, rola sereke ya wan bû. Ez, şehîd Suleymanî û hevkarên me yên din li tenişta wan bûn. Rola sereke ku ew pê rabûn, bêguman divê were gotin û xelkên rêzdar ên Kurdistanê, serkirdatiya Kurdistanê, berpirsên Kurdistanê û rêzdar Barzanî bêguman cuda ne ji tişta ku di wî fîlmî de tê nîşandan. Em ji vir silavê dişînin ji hemû ezîzan re û ji hemû fermande û rêberan re, nexasim rêzdar Barzanî. Em dibêjin, înşella em û we bi hev re û li tenişta hev dibin. Ev fîlm û hin xeletiyên kesên din nikarin – xwedê neke – di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de nexweş bikin.

Rûdaw: Hest bi awayekî ji pêwendiya sar di navbera mala Şîeyan li Iraqê û aliyên Kurdî yên Herêma Kurdistanê tê kirin. Di salvegera Şehîdên Niştiman û Ayetullah Mihemed Baqir Hekîm de li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî daxwaza gotûbêjeke eşkere kir ji bo rastkirina proseya siyasî û rêvebirina dewletê li Iraqê li ser bingeha hevbeşî û destûrê. Hûn piştgiriya wê bangewaziya serokê Herêma Kurdistanê dikin?

Bi baweriya min, her hevkarî, hevpeymanî û alîkariyek di navbera Herêma Kurdistanê û Şîeyan de li Iraqê dikare roleke avaker bilîze. Di mijarên navxweyî û navçeyî û hilbijartina bê û pêkanîna hikûmetê de, em wek Komara Îslamî ya Îranê ji her tifaq û hevkariyekê di navbera Herêma Kurdistanê û dostên me li Iraqê de, kêfxweş in û piştgiriyê lê dikin. Bi rastî ev mijar bi dilê me ye, bê ku em bixwazin desttêwerdanê di karûbarên wan de bikin, lê Îran dilxwaza dostaniyê ye û biratiya wan dixwaze. Vexwendina rêzdar Nêçîrvan Barzanî her di wê pêwendiyê de dikare bibe sedema bihêzbûna pêwendiyên Kurd û Şîeyan, nexasim tevgera rêzdar Hekîm.

Rûdaw: Ti roleke we ya erênî di danûstandinên niha di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser budceyê de heye?

Îrec Mescidî: Bêguman em pêşwazî dikin û kêfxweş dibin. Çunkî pêwendiyeke me ya baş bi rêzdar Hekîm re heye, herwiha pêwendiyeke me ya baş bi rêzdar Nêçîrvan Barzanî re jî heye. Ev pêwendî ne pêwendiya îro û duh e, pêwendiyeke kevnar e, ji serdema opozisyonbûn û heyama Sedam Hisên ve heye. Îranê hergav piştevaniya opozisyonê kiriye. PDK û tevgera rêzdar Hekîm du alî bûn ku di qonaxa opozisyonbûnê de hergav hevkariya wan a pir baş bi hev re hebû. Komara Îslamî jî piştgiriya vê helwestê kiriye û ev mijar han daye, niha jî ev berdewam e.

Rûdaw: Pêwendiyeke we ya aborî ya bihêz bi Iraqê re heye. Gelo mijara gaz û elektrîkê dê bibe mîna berê?

Îrec Mescidî: Hevkariyeke me ya aborî ya berfireh bi Iraqê re heye. Di kerta taybet û giştî de jî. Yanî pêwendiya me bi kerta hikûmî û ya taybet re jî heye. Mijara gaz û elektrîkê ji ber pêwîstiya Iraqê bi van herdu berheman e. Di warê hinardeya gaz û elektrîkê de hevkariyeke pir baş a Îranê bi Iraqê re heye û heta niha jî berdewam e. Di hin dem û rewşan de, gava bikaranîna elektrîkê zêdetir dibe, dibe ku bilindî û nizmiyeke wê hebe, ango di rêjeya hinardeyê yan di têkiliya bi pabendiyên darayî yên aliyê beramber de, hin caran pirsgirêkan çêdike. Belê gava em gaz û elektrîkê difiroşin, em bendewar in pereyên wan jî werbigirin. Ev normal e, mijareke bazirganî ye. Lê tişta ez dikarim bêjim ew e ku hevkariyên me berdewam in. Di qonaxekê de şandina gaz û elektrîkê hinekî kêm bûbû. Lê ez niha ji we re radigihînim ku dike vegere rewşa xwe ya normal. Hevdem hikûmeta Iraqê jî xwe pabend dibîne ku sozên darayî yên ku li hember me hene, hewldanê jê re bike û wan bide. Lê di pêwendiya bi Iraq û welatên din re ev girêdayî wan bi xwe ye. Em nabin kelem û desttêwerdanê nakin ku Iraq bi her awayekî ku dikare ji bo çareserkirina pêdiviyên xelkê hewl bide, ji bo elektrîk, gaz û pêdiviyên din. Normal e ku ev girêdayî wî welatî bi xwe be. Tişta ji me re giring ewlekariya gelê Iraqê ye, ewlekarî û tendirustiya wan e. Di vê mijarê de, Komara Îslamî dixwaze hevkariyên wê yên aborî, siyasî, çandî û bazirganî bikarin rola xwe bilîzin û bêguman em ê vê cîbicî bikin jî. Lewma di warê gaz û petrolê de hevkariyeke baş tê kirin.

Rûdaw: Di vî warî de, ti hejmareke we heye ku hûn bêjin?

Îrec Mescidî: Di navbera me, Wezareta Elektrîka Iraqê, Banka Navendî ya Iraqê û TBI de, ev hejmar pir bi zelalî hene ku çend milyar in.

Rûdaw: Cenabê balyoz baweriya we ji bo proseya siyasî ji niha heta hilbijartinên bê çi ye û peyama we ji bo aliyên siyasî yên Iraqê çi ye?

Îrec Mescidî: Bi baweriya me, mijara hilbijartinên bê yên Iraqê, wek berê pir giring e. Çima? Çunkî hilbijartin, beşdariya xelkê û rola xelkê di pêkanîna Encûmena Niştimanî ya Iraqê ango perlemanê û paşê jî hikûmeta nû ya Iraqê wêne dike û yekalî dike. Heke wisa bû beşdariya xelkê û hilbijartin bi xwe giring in, çunkî hilbijartin yek ji diyardeyên demokrasî û desthilata gel e. Komara Îslamî ya Îranê pêşwaziyê li hilbijartina Iraqê dike û rêzê li dengê xelkê û encamên vê hilbijartinê digire. Her encameke wê hebe ji bo pêkannîa perleman û hikûmeta nû bêguman cihê rêza me ye. Komara Îslamî piştgiriyê lê dike. Em hêvîdar in ku înşella hilbijartineke pir baş, şefaf û serkeftî birêve here. Qasî ku ez dizanim, ez dibînim ku rayedar û berpirsên Iraqê û komisyona hilbijartinan û dezgehên din mijûlî danîna plana hilbijartineke serkeftî li Iraqê ne. Komara Îslamî ya Îranê jî wek berê bi rêzdarî li hilbijartina Iraqê dinere. Em hêvîdar in ev hilbijartin bi awayekî baş birêve here û bikare hikûmeteke nû û perlemaneke nû pêk bîne, biryarên serkeftî ji bo Iraqê derxe, ji bo avakirina vî welatî û xizmetkirina xelkê wî înşella.

Rûdaw: Gelek spas..

Îrec Mescidî: Rêza we heye. Ez jî spasiya cenabê we dikim û careke din jî rêz û silavên min ji şêniyên rêzdar ên Herêma Kurdistanê re hene. Ez hêvîdar im serkeftî bin, înşella hemû şad, serkeftî û serbilind bin.

Hevpeyvîn: Berpirsê Beşa Erebî li Portala Rûdawê Muştaq Remezan

Rudaw
Top