• Monday, 01 July 2024
logo

Fatih Yildiz: Îran kesê dawî ye ku waneyan bide Tirkiyê

Gulan Media February 28, 2021 Nûçe
Fatih Yildiz: Îran kesê dawî ye ku waneyan bide Tirkiyê
Balyozê Tirkiyê li Îraqê Fatih Yildiz bersiv da balyozê Îranê li Iraqê û got “Balyozê Îran kesê herî dawî ye ku di derbarê rêzgirtin li sînorên Iraqê de şîretan li Tirkiyê bike.”

Piştî ku Balyozê Îranê li Bexda, Îrec Mescidî di bernameyeke Rûdawê de rexne li hebûna hêzên Tirkiyê li axa Iraqê de girtin û got: “Ew qebûl nakin Tirkiyê û welatên din destwerdana serbazî li Iraqê bikin”

Ev gotinên Balyozê Îranê bûne sedema helwestgirtina Tikriyê.

Balyozê Tirkiyê li ÎraqêYildiz got: “Balyozê Îranê kesê herî dawî ye ku derbarê rêzgirtin li sînorîn Îraqê de şîretan li Tirkiyê bike.”

Li ser gotininên Balyozê Îranê Balyozê Tirkiyê li Bexda, Fatih Yildiz twitteke Rûdawê ya di wê derbarê de belav kir û nivîsand û dibêje “Belê, min dît. Balyozê Îran kesê herî dawî ye ku di derbarê rêzgirtin li sînorên Iraqê de şîretan li Tirkiyê bike.”

Piştî ku balyozên Îran û Tirkiyê di debrarê hebûna wan welatan li Îraqê besiva hev dan, Serokê Parlemana Iraqê daxwaz kir, bila nûnerên welatan ji bilî erkê nûnertiya welatên xwe, destêwerdana ti karekî din nekin.

Balyozê Îranê li Bexda, Îrec Mescidî gotibû “Pirsa Şingalê çi pêwendî bi Tirkiyê ve heye, ev pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê Iraqî bi xwe çareser bikin. Endaman werbigirin û biryarê li ser bidin, dibe ku beşek pêwendî bi Herêma Kurdistanê ve hebe, pêwendî bi Şingalê bi xswe ve hebe, pêwendî bi hikûmeta navendî ve hebe, ti pêwendiya wê bi Tirkiyê re nîne ku gefan bixwe yan jî biryarê li ser vê babetê derbixwe. Eger weha be, em her gefekê ji aliyê Tirkiyê yan jî aliyên din ve red dikin.

Em destwerdana serbazî li nava Iraqê red dikin û nabe hêzên Tirkiyê bi ti awayekî bibin gef li ser axa Iraqê yan jî dagîr bikin. |Divê hêzên Iraqî bi xwe asayîşê peyda bikin, Hêzên Herêma Kurdistanê li navçeyên xwe asayîşê biparêzin û asayîş li navçeyê bê cêgîrkirin. Em vê yekê rast nabînin ku Tirkiyê yan jî her welatekî din li Iraqê destwerdana serbazî bike, yan jî pêşveçûneke serbazî encam bide, yan jî hebûna wê ya serbazî hebe. Min di bersiva pirseke pêş de jî got, divê Tirkiyê vegerin ser hêl û sînorên xwe yê navdewletî û li wir cêgîr bibin û asayîşa Iraqê ji aliyê Iraqiyan bi xwe ve bê peydakirin.”

Top