• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr li gel wezîrê navxwe yê Îraqê civiya

Gulan Media February 28, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel wezîrê navxwe yê Îraqê civiya
tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê hate kirin.
Behsa hemahengiya ewlekarî kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê navxwe yê Îraqê kir û piştî bi dawî hatina civînê li ser naveroka civînê jî Serokwezîr wisa nivîsandiye;

Îro şeme 27ê Sibata 2021an me pêşwaziya wezîrê navxwe yê hikûmeta fedralî Osman Xanimî kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana hemahengiya ewlekarî di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedral de kir bi taybetî li ser mijara êrîşa mûşekî ya bo ser Hewlêrê ku di encama hemahengiya hevbeş di navbera hikmeta herêmê û hikûmeta fedralî de, encamê gelek baş jê hatine bidestxistin.

Herwiha tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê û der çûna milîşa û çekdarên derqanûnî li deverê de kir.

Hevdem li gel ku me spasiya wezîrê navxwe yê fedralî kir bo hewldanên wî yên bo çareser kirina kêşeyan, me balkêşande ser berdewam bûna siyasetên guhertina demografî û destdirêjî kirina ser milk û malên welatiyên Kurd û dagîr kirina erdên wan li Kerkûk û deverên din yên li derveya îdareya herêmê û tekez li ser vê yekê kir ku, ev rewşa han derqanûniye û ne di berejwendiya xelkê Îraqê deye lewre lazime pêşî jê were girtin.

Danûstandinên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî bi taybetî li ser bûdceya fedralî ya sala 2021an û hilbijartinên pêş yên Îraqê jî mijarên din yên civînê bûn.
Top