• Monday, 01 July 2024
logo

Şemxanî: Êrîşên Amerîkî li Sûriyê, serdema nû ya terorê li navçeyê ye

Gulan Media February 28, 2021 Nûçe
Şemxanî: Êrîşên Amerîkî li Sûriyê, serdema nû ya terorê li navçeyê ye
Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê ragihand, “Armanc ji êrîşên Amerîka li rojhilatê Sûriyê ew e, êrîşên teroristî yên DAIŞê li navçeyê zêde bibin.”

Sekreterê Giştî yê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê Elî Şemxanî di çarçoveya hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Faud Husên li Tehranê de ragihand, “Êrîşa Amerîka, destpêka serdemeke nû ya terora rêkxistinkirî li navçeyê ye.” Tekez kir jî, “Îran û hevalbendên wê, rê nadin hizra terorê li navçeyê careke din were vejandin.”

Got jî: “Êrîşên Amerîka li rojhilatê Sûriyê karekî hovane ye û derenketina derketina hêzên biyanî ji Iraqê li gor biryara Parlementoya Iraqê, dê krîzên navçeyê zêde bike.”

Ev daxuyaniya Elî Şemxanî piştî wê yekê tê, Firokeyên şer ên Amerîka pêr 9 pêgehên komên çekdar ên ser bi Îranê ve li rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin û ziyanên mezin gihandin wan.

Di wê derbarê de Rêveberê Rewangeha Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ragihand, di encama êrîşa Amerîka de 22 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve hatibûn kuştin.
Top