• Monday, 01 July 2024
logo

Sê hêzên milîs ên Heşdî Şeibî gefa tolhildanê li Amerîkayê xwarin

Gulan Media February 28, 2021 Nûçe
Sê hêzên milîs ên Heşdî Şeibî gefa tolhildanê li Amerîkayê xwarin
Li gor raportekî Sky News 3 hêzên milîs ên Hizbullaha Iraqê, Esayib Ehlî El Heq û Nuceba ragehandine ku derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê take rêya seqamgiriya rewşa Iraqê ye.

Ew hersê hêzên milîs ji ber bombebarana hejmareke binkeyên milîs ên nêzîkî Îranê li ser axa Sûriyê gefa tolhildana tund li Amerîkayê xwarin.

Hersê hêzên milîs saziyên ewlehiyê û îstixbarata Iraqê bi xiyanet kirinê tometbar kirin, ji ber zanyariyên îstixbaratê yên derbarê grubên li Sûriyê dane hêzên Amerîkayê.

Roja 26.02.2021ê balefirên şer ên Amerîkayê bi fermana serokê Amerîkayê Joe Biden ve çend binkeyekî milîs ên şîe yên nêzîkî Îranê nav axa Sûriyê û nêzîk sînorê Iraqê bombebaran kirin.
Top